Rojiyên Kurdên Êzdî

Rojiyên Êzdiyan
Êzdî rojiyên xwe ji bo Xwedê, pîroziya Milyaket, Xas, Qelender û hemû kevneşopên dînê xwe digrin. Rojiyên êzdiyan ev in:

1) Îd û Rojiyên Şêşims
Êzdiyên ku Xwedanê wan Şêşims be, ew tenê (li herêmên Xaltiyan hemû Êzdiyan) van sê rojiyan digrin. Pêwîst e mirov van her sê rojiyan du hefte berî roja îna ku yekemîn dikeve meha kanûnê (bi hisabê kurmancî meha 12ye, ji vê mehê re ‘çileya pêşîn’ jî tê gotin. Di rojên sêşem, çarşem û pêncşemê de rojî digrin û di roja înê de jî îda Şêşims çêdikin.
Li gorî hinek zargotinên êzdiyan ev rojî ji bo pîroziya rojê jî tê girtin.

2) Îd û Rojiyên Xwedan

Li gorî kevneşopên êzdiyan Xwedanekî her evdên êzdî heye û ew evd jî ji bo Xwedanê xwe (li herêmên Xaltiyan hemû êzdiyan) sê rojiyan digrin. Pêwîst e mirov van her sê rojiyan, hefteyek berî roja îna ku yekemîn dikeve meha kanûnê (12) de, di rojên sêşem, çarşem û pêncşemê de bigre û di roja înê de jî cejna Xwedanê xwe çêbike.

3) Îd û Rojiyên Êzî
Li ser hemû evdên êzdî ferz e ku van sê rojiyên êzî bigrin. Pêwîst e mirov van her sê rojiyan, di meha kanûnê de di sêşem, çarşem û pêncşema hefteya yekemîn de bigre û di roja înê de jî cejna Xwedanê xwe çêbike.
Di zargotinên êzdiyan de jî xuya dike ku ev rojî ji bo afirandin dinyayê jî tê girtin û dibe cejna afirandina dinyayê.

4) Îd û Rojiyên Çilê Zivistanê
Tenê hinek dîndarên êzdiyan (yên weke Feqîrên Şêx Adî û wd) van çil rojiyên çilê zivistanê digrin û di dawiya meha çile de yan jî di despêka sibatê de jî cejna çileya zivistanê çêdikin.

5) Îd û Çilê Havînê
Tenê hinek dîndarên êzdiyan (yên weke Feqîrên Şêx Adî û wd) van çil rojiyên çilê havînê digrin û di meha tîrmehê de jî cejna çilê havînê çêdikin.

6) Îd û Rojiyên ji bo Xwedan, Xas û Qelenderan
Ji ber ku di êzdiyatiyê de gelek Xwedan, Xas û Qelenderên dînî hene, ew gelekî bi xof û birehm in û ew gelek îd û rojiyan ji bo Xwedan, Xas, Qelender, Paresgeh, Silavgeh, Zîyaret, Cemayî, Dawetnebî û wd ku di herêmên wan de hene û pîroz in digrin û cejnên wan pîroz dikin.
Min bi kurtasî qala rojiyên êzdiyan kir lê hûn bixwazin dikarin zêdetir zanînamîn peyda bikin. Wekî ku min li jor jî got, divê em hev nas bikin ku ji hev hez bikin. Bîr û baweriyên me her çi bin jî em yek in û em ê her yek bin. Ji ber ku Xwedê me yek xuluqandiye.
Bi hêviya rojên azad û xweş.

Silav û rêz
Şêx Zelala ji Fînê

Derbar Çand Name

Check Also

Rojîname – 27

Ayeta Rojê وَاِذَا ق۪يلَ لَهُمُ اسْجُدُوا لِلرَّحْمٰنِ قَالُوا وَمَا الرَّحْمٰنُۗ اَنَسْجُدُ لِمَا تَأْمُرُنَا وَزَادَهُمْ نُفُورًا۟  …

Leave a Reply