Rojiyên Kurdên Êzdî

Em kurd tim qala yekitiya neteweyî dikin û em hev sucdar dikin. Ew dibêje, tu destûr nadî ku em bibin yek û yê din dibêje, na tu destûr nadî. Yek dibêje, sedem dînê te wisa dibe yê din dibêje, sedem bê dîniya te… Bi min em tev jî di vî warî de sucdar in. Ji ber ku em her kesî qebûl dikin û rêzê her kesî re digirin lê em hev qebûl nakin û ji hev re rêzê nagirin. Mînak, çend hezar kes bin jî kurdên li ser dînê êzdayetiyê hene. Gelo çend kurdên misilman yan kurdên li ser baweriyeke din hay ji wan û baweriya wan hene? Gelo çend kurd dizanin ku di van rojan de kurdên êzdî rojî digirin? Em hay ji her tiştên ereb û tirk û faris hene lê em hay ji xwîşk û birayên xwe yên êzdî tunenin.

Ez ji van tiştan dilgiran im û lewma min xwest ez weke kurdeke misilman hinekî qala rojiyên êzdiyan bikim. Her çiqas baweriya me ya dînî ne yek be jî dil û mejiyê me, xwîn û nijada me yek e. Em dizanin ku dîn fikr e û mirov paşê jî dikare biguhere lê mirov tu caran nikare xwîna xwe biguhere. Ji aliyê tibê ve jî tiştek wisa ne pêkan e.

Dema min vê nivîsê amade kir min ji xwîşkeke xwe ya êzdî pirs kir û di dawiyê de jî min nivîsa xwe pê da kontrolkirin ku çewtî tê de tunebin. Ji ber ku ez kurdeke misilman im û naxwazim zanînên çewt belav bikim. Ji vir spasiya xwe pêşkêşî hevala xwe ya hêja dikim. Zanînên dînî jî ji pirtûka birêz Kemal TOLAN ya bi navê ‘Nasandina Kevneşopên Êzdiyatiyê’ ne.

Hûn ê di vê nivîsê de bersiva van pirsan û pirsên ku di serê we de hene bibînin:
1) Navê rojiyên êzdiyan?
2) Rojî ji bo çi tê girtin? Wateya wê çi ye?
3) Ji bo kî tê girtin? Çima?
4) Kî dikare bigire?
5) Kîngê tê girtin?
6) Çend roj didomin?

Du sitûnên ferzên êzdîyatiyê hene û ew jî ev in:
1) Ferzên heqîqetê (rastiyê),
2) Ferzên terîqetê (oliyê re ya îbadetê) 1) Ferzên Rastiyê
Wekî ku di zargotinên êzdiyan, di ‘qewlên Şerfedîn’ û di ‘dua êvarê’ de xwiya dibe, ji bo her evdên êzdî pênc ferzên heqîqetê hene û ev in.
Sebeqeyek ji ‘dua êvarê’:
Şêx û Pîr, Hoste û Merebî,
Yar û Birayê axiretê,
Ferze li me çendî sinetê.
Sebeqeyek ji ‘Qewlê Şerfedîn’:
Çêbûn her pênc ferzên heqîqetê,
Şêx, Pîr, Hosta, Merebî, Yar û Birayê axretê,
We fere li me sunetê, îro bo dinê,
Sibê bo bangê axretê.

Erkên Rêya Îbadetê (Terîqetê)
1) Duakirin (şahde anîn)
2) Rojî girtin
3) Fito (Zikat) danîn
4) Çûna hecê (mohrkirin)
5) Sunetkirin
6) Tokê êzî

Rojiyên Êzdiyan
Êzdî rojiyên xwe ji bo Xwedê, pîroziya Milyaket, Xas, Qelender û hemû kevneşopên dînê xwe digrin. Rojiyên êzdiyan ev in:

1) Îd û Rojiyên Şêşims
Êzdiyên ku Xwedanê wan Şêşims be, ew tenê (li herêmên Xaltiyan hemû Êzdiyan) van sê rojiyan digrin. Pêwîst e mirov van her sê rojiyan du hefte berî roja îna ku yekemîn dikeve meha kanûnê (bi hisabê kurmancî meha 12ye, ji vê mehê re ‘çileya pêşîn’ jî tê gotin. Di rojên sêşem, çarşem û pêncşemê de rojî digrin û di roja înê de jî îda Şêşims çêdikin.
Li gorî hinek zargotinên êzdiyan ev rojî ji bo pîroziya rojê jî tê girtin.

2) Îd û Rojiyên Xwedan

Li gorî kevneşopên êzdiyan Xwedanekî her evdên êzdî heye û ew evd jî ji bo Xwedanê xwe (li herêmên Xaltiyan hemû êzdiyan) sê rojiyan digrin. Pêwîst e mirov van her sê rojiyan, hefteyek berî roja îna ku yekemîn dikeve meha kanûnê (12) de, di rojên sêşem, çarşem û pêncşemê de bigre û di roja înê de jî cejna Xwedanê xwe çêbike.

3) Îd û Rojiyên Êzî
Li ser hemû evdên êzdî ferz e ku van sê rojiyên êzî bigrin. Pêwîst e mirov van her sê rojiyan, di meha kanûnê de di sêşem, çarşem û pêncşema hefteya yekemîn de bigre û di roja înê de jî cejna Xwedanê xwe çêbike.
Di zargotinên êzdiyan de jî xuya dike ku ev rojî ji bo afirandin dinyayê jî tê girtin û dibe cejna afirandina dinyayê.

4) Îd û Rojiyên Çilê Zivistanê
Tenê hinek dîndarên êzdiyan (yên weke Feqîrên Şêx Adî û wd) van çil rojiyên çilê zivistanê digrin û di dawiya meha çile de yan jî di despêka sibatê de jî cejna çileya zivistanê çêdikin.

5) Îd û Çilê Havînê
Tenê hinek dîndarên êzdiyan (yên weke Feqîrên Şêx Adî û wd) van çil rojiyên çilê havînê digrin û di meha tîrmehê de jî cejna çilê havînê çêdikin.

6) Îd û Rojiyên ji bo Xwedan, Xas û Qelenderan
Ji ber ku di êzdiyatiyê de gelek Xwedan, Xas û Qelenderên dînî hene, ew gelekî bi xof û birehm in û ew gelek îd û rojiyan ji bo Xwedan, Xas, Qelender, Paresgeh, Silavgeh, Zîyaret, Cemayî, Dawetnebî û wd ku di herêmên wan de hene û pîroz in digrin û cejnên wan pîroz dikin.
Min bi kurtasî qala rojiyên êzdiyan kir lê hûn bixwazin dikarin zêdetir zanînamîn peyda bikin. Wekî ku min li jor jî got, divê em hev nas bikin ku ji hev hez bikin. Bîr û baweriyên me her çi bin jî em yek in û em ê her yek bin. Ji ber ku Xwedê me yek xuluqandiye.
Bi hêviya rojên azad û xweş.

Silav û rêz
Şêx Zelala ji Fînê

Etîket: Polylang KMR, rojî, rojiya êzdî

Gotara berê:

Gotara piştî:

Gotarên Têkildar

Xutbeya Weda’ê / Xatirxwestinê

Gotina Yekê: Bismîllah

Heqîqeta Fenabûnê, Sira Beqayê û Tekamûla Ruhê Mirov – “Ya Bâqî Entel Bâqî”

Xutbe | Hesasiyet

DERHEQÊ ZEKATÎ DE

Çand Name

Edîtorê malperê - 1 (Nivîsa bar dike, sererast dike û diweşîne)

Hemû nivîskar →

Şîroveyekê bihêle