Pıştî Zewacê Yên Sereke Çi ye ?

Ê/a bizewicê tê guhertin. Ê/a zewicîbe û bixwaze ezebtiya xwe bidomîne, dilê wî/wê barê zewacê nerakiriye û pirsiyariya zewacê pêkneaniye.

Zewac, yekîtiya qewwetê ye, ne cenga (şer) qewwetê ye.

Di zewacê de dive herêmên taybet yên herdu aliyan jî hebin. Ev ne li gora serê xwe tevgerîn e, pêdiviya xwedî şexsiyetbûnê ye.

Di zewacê de jin û mêr newekhev in. Hevjîn in. Xweperestî û di her mijarê de dev avêtin hevî dive nebe.

Ji bo zewac sererast bibe dive her du alî jî li ber xwe bidin. Naxwe wê di cihê xwe de jimêrê. Mîna ku di lotkeyeke du sewl de yekî/yeke tenê sewlê bikişîne û lotke li dora xwe bizîvire.

Her zewac mîna şopa tiliyê ye. Natijbihê zewacine din. Ji ber ve sedemê mirov nikare tu zewaca bide ber hev. Ev liv û lebat qet nerast e.

Di zewacê de ku hevjîn hurmetê (rêzdarî) nedine malbatên hev, wê pêşerojê (di demên pêş de) hurmetê nedine hev jî.

Yê/ya hez ji hevjîna/hevjînê xwe bike, wê ji mijarê ew pê kêfxweş dibe re hurmetê bigire.

Xwe dûr girtina ji malbata hevjîna/hevjînê wî/we a  ku ji bo hevjîna/hevjînê wî/we bêtir aîdê wî/wê be, bêtir hez ji wî/we bike tu feydeyê nade we.

Hevjîna/hevjînê ku qîmetê hevjîna/hevjînê xwe nizanibe, wê/wî teqdîr neke, wê di demên pêş de li rojên berê bigerê.

Salên ewil yên zewacê, salên rûnandina pergalê û gotina xwe bi ser xistinê ne. Dive mirov bisebr be.  

Bûka bi xwesûya xwe re bikeve pêşbirkê, wê mêrê xwe betir nêzikî diya wî bike.

Heke tu bixwaze ku hevjîna/hevjînê te biqewet û bibiryar be, ewil tê dest ji hikm kirinê (darazdan) berdê.

Yê/ya her tim hevjîna/hevjînê xwe rexne bike, wê bibe sedema di demên pêş de rexneyên bi heman awayî lê werin kirin.  

Hevjînek her tişta bixwaze bibêje, wê demên pêş de tiştê nexwaze jî bibihîze.

Tu bixwaze hevjîna/hevjînê xwe bixe hevjîna/hevjînê di xeyalên xwe de, wê bi wext re te tune bihesibîne.

Ya/yê di pevçûnê de şerman birijîne, wê neçar bimîne ku dûv re bide hev.

Pirr nîqaş, ji bo bûyerên gelekî kevn bi bûyera wê gavê ve tên girêdan dirêj dibin.

Hevjîna/hevjînê xetaya (şaşî) xwe nepêjirîne, wê neçar bimîne ku her tim vê mijarê û vê xetayê bibihîze.

Tu malbata xw di ser hevjîna/hevjînê xwe re bigire di demên pêş de hevjîna/hevjînê te wê li hember malbata te rabe.

Xapandin, qisûra yê/ya xapandiye. Ne qisûra yê/ya stembar (mexdûr) e. Zewaca te xirab derbas bibe sererast bike, nexapîne.

Kesê/kesa xwe dilşad neke, nikare kesî din dilşad bike. Tenê wê fedakariyê bike.

Heke tu difikire ku tu layiqê yeke/yekî baştirî bifikire gelo ka ya/yê baştir tê layiqî xwe dibîne?

Hesûdî û venêrîn (qontrol), dilsoziyê zêde nake. Tirsê zêde dike. Dilsoziya ku bi tirsê were ve bi wêrektiyê here.

Çavkanî: http://www.milliyet.com.tr/-evlendikten-sonra-birincil-aileniz–esiniz-ve-cocuklarinizdir–pembenar-yazardetay-iliskiler-2257528/

                                                                                              WERGÊR: CEMAL ŞINGAR

 

Derbar Çand Name

Check Also

Gelo divê ku em her tiştên ku zarok dixwaze bikirin?

Ger em her tiştê ku ew dixwaze bidin zarokê xwe, em ê xêrê jê re …

Leave a Reply