MELZEME- PÊDIVIYÊN XWARINÊ
Têra 6 kesan
*Ardê genim: Kîloyek
*Pîvaz: 2 serî
*Îsota reş: Kevçiyekî çayê
*Îsota pûlikî: Nîv kevçî
*Goştê çengekirî: kîloyek
*Rihan: Nîv kevçî
*Bexdenûs: Qevdek
*Rûnê malê: 3 kevçiyê xwarinê
*Xwê û av: Têra hevîr
ÇÊKIRINA NANÊ BI GOŞT
Ard bixin teştê, bi qasî ku têra hevîr bike avê berdin navê û bisitrên, heta we hevîrekî wekî yê nanê şikeva jê peyda kir.
Heta hevîr bîskekê vehese, rûn di taweyekê de bidin ser agir, dema rûn heliya pîvazên xwe yên hûrkirî berdin navê, bila di ber hev de sor bibin. Dema pîvaz di nav rûn de kemidîn, goştên kişandî berdin ser pîvazan, navoşkê her dem tev bidin heta ku goştê we di nav rûn û pîvazan de pijiya. Gava goşt pijiya, bexdenûs, rihan, îsota reş, îsota pûlikî bixin ser, xwêya wê pê werkin, tev bidin û ji ser agir hilînin. Hevîrên xwe bikin girêk. Van girêkan li ser depê nên vekin bila sewikê we ji yên nanê şikeva hinekî qalintir bin. Her sewikekê bi kêrê di navê re bikin du kerî. Bi kevçî hinek navoşkê bixin nava nîv kerîyê û li ser raxin, nîvê din bi ser de biqûlibînin û der û dorawan bidewisînin da ku xerc ji navê nekeve. Li ser sêlê yan jî di tawayekê de ku pêve nezeliqe, binî negore, bipijin.
Dema her du aliyên nanê bi goşt pijiyan, bi firçeyekê rûn li ser bidin û bidin ser hev heta we hevîrê xwe tevde çêkir bi şûn de deynin ber xwarinan.
Noşî can be