Gavên ji bo pêşketinê…

Gelê ku li çanda xwe xwedî dernekeve mîna dara ku kok û rîşeyên wê hew têne avdan, ji hev dikeve, dirize û winda dibe ji bo vê yakê miletê me yê Kurd dixwest ku jin, xort, keçû mêr hemû bi rola xwe rabin di warê parastina çanda xwe de û pêşxistina wê de em bikaribin berxwedanê bikin ji bo mayîna me .

Îro em Kurd xwediyê mafê jînê û azadiyê ne, em li ser xwe qebûlnakin paşketinê, em hemû dizanin ku îro miletê me yê Kurd li ser rêya azadî û serfiraziyê gavên mezin avêtine.

Ji bo vê yekê, gelek ji milet li bajaran û li gundan kar û xebatê dikin û xwe birêxistin dikin di gelek meydana de wek aborî , candî, şano, medîa û tenduristî. Gundê Maşoqê û Girbikêlê û gelek gundên din, zimanê Kurdî di dibistanê de didin hemû şagirtên gund û di nav gundiya de vî zimanî didin nasîn û di nav civînên xwe de gel bi dîrok û çanda Kurdî didin nasîn û çawa ku Kurd xabat kirin ji bo vê dirok û çandê ya ku siyaseta kevneperest dixwest ku birawestîne û ew ê dê wêran bike.

Lê belê bi vîna milet û xwesteka wî di mayînê de, hemû pilanên wan kesan têkçûn. Û ev xebata ji bo perwerdeya ziman dibe dihêle nifşên tên nifşeke zimannas be û li Kurdayetiya xwe xwedî derkeve

Ji bilî ziman jî, kursên tendurstî jî tên bikaranîn da hinek kes amade bin ji bo rewşên dijwar eger bi ser wan de bên û çawa ku bikaribin nexweşan jî derman bikin di pêwariya nexweşxaneyan de.
Û karin wek perwerdeya jinê jî tên bikaranîn, da jin jî amade be ku bi karûbarên xwe rabe û rola xwe di civakê de bileyize bi avakirin û pêşxistina wê di hemû mijaran de û li ser hemû asteyan.

Samîra Umar

Etîket: Çand, nifş, Perwerde, Tenduristî, war, Ziman

Gotara berê:

Gotara piştî:

Gotarên Têkildar

Tu dixwazî bila Ehmedê Xanî mamosteyê te be?

Cegerxwîn

Li ser Cegerxwîn divê fîlmekî çawa were kişandin?

Dengbêj Zahiro: Dengbêjiya Berê Nemaye!

Ziman, Hebûna Netewan e

Çand Name

Edîtorê malperê – 1 (Nivîsa bar dike, sererast dike û diweşîne)

Hemû nivîskar →

Şîroveyekê bihêle