- Di amadekirina sofrê de alî bike
- Beriya xwarinê û piştî xwarinê destên xwe bişo
- Beriya mezinên xwe li sofrê rûnene
- Bismîllah bibêje û ji ber ku Xwedê nîmet daye me em şikir bikin
- Bi destê rastê xwarina xwe bixwe
- Pariyê devê xwe daqurtîne, pişt wê dest bi pariyê din bike.
- Pariyên xwe mezin negre û pariyan li gor devê xwe bigre, xweş bicû paşê daqurtîne
- Pifê nava xwarina xwe ya germ neke
- Kesekî nekerixînin, gotin û tevgerên kerixînê nekin
- Ku parî di deve we de hebe qise neke û nekene
- Li ser sofrê li parî û xwarina yekî mêze neke
- Destên xwe di firaxan de daneweşîne, ku periyên xwe didin devê xwe, serê xwe dirêjê sofrê neke
- Xwarinan nebjêre
- Xwarinên xwe di ferayên xwe de bixwe, ji nava ferayê nexwe her tim ji pêşiya xwe bixwe
- Xwarina xwe biqedîne û pariyên mayî jî bixwe
- Bermayînên ku di fereyan de maye bixwe
- Di xwrinên komî de beriya her kesî ranebe
- Piştî xwarinê hemd ji Rebbê xwe re bîne û bibêje “Elhemdûlîllah”
- Ji çêkerê xwarinê re spasiyê xwe pêşkeş bike
- Di hildana sofrê de alî bike
- Piştî xwarinê deste xwe bişo û diranê xwe firçe bike
- Li der û kuçeyan de venexwin û xwarin nexwin
- Di rêveçûnê de xwarinê nexwe
- Her daîm xwarinên helal û pak bixwin û ji Xwedê re şikir bike
- Heya ku birçî nebî xwarinê nexwe.
Amadekar: Paşa Amedî
ÇANDNAME