81 madeyên di cixarê de dibin sebeba qanserê

Pisporê Nexweşiyên Singê Dr. Nevin Fazlioglu destnîşan dike ku sebeba herî diyar a mirina zû cixare ye. Cixare ne tenê ji bo kesê ku dikêşe, ji bo kesê ku li heman hawirê dimîne jî xetereyeke mezin pêk tîne.

Fazlioglu di derheqê zirarên cixarê de ev agahî dan: “Di cixarê de ji 4 hezarî zêdetir madeyên kîmyewî he ne. Ev made laşê mirov dijehirînin, çermê mirov tehrîş dikin, di laş û lebatên mirovan de dibin sebeba qanserê. 81 madeyên weke nîkotîn, karbonmonoksît û qetranê ku di cixarê de he ne, rastûrast dibin sebeba qanserê.

Pisporê Nexweşiyên Singê Dr. Nevin Fazlioglu wiha dirêjî da axaftina xwe, “Li welatên ku endamê Rêxistina Tenduristiyê ya Dinyayê ne, ji sala 1987an virde di 9ê Sibatê de ji bo devjêberdana cixarê hinek çalakî tên lidarxistin. Lewra di mêrên bi qansêr de mirinên ji sedî 35an ji ber cixarê pêk tên, di jinên bi qansêr de jî mirinên ji sedî 15an ji ber cixarê pêk tên.

Mirinên ji ber qansêra kezebê ji sedî 90 ji ber cixarê pêk tên. Lewra sebeba herî mezin ya destpêkirina qansêra kezebê cixare ye. Xetereya mirinê ji bo kesên ku cixarê vedixwin 40 caran ji yên ku venaxwin zêdetir e.”

Jêder: zamankurdi.com

Derbar Çand Name

Check Also

Ji bo Gewrîyê Dermanên Malê

Ji bo dermankirina êşa gewriyê û ji bo kuştina mîkroban, xulxule rê û rêbazeke rehet …

Leave a Reply