Nivîsxane

– Nivîsên sîyasî nayên weşandin.
– Nivîskar ji nivîsa xwe, xwendekar ji xwendina xwe berpirs e.
– Her nivîs tê kontrolkirin û li gor weşanê tê redektekirin.
– Divê her nivîskar herî hindik mehê carekê nivîsekê bişîne.
– Nivîskar ku nivîsan neşîne hişyarî tê dayîn, ku nebe nivîs nayê rakirin lê cîyê nivîskar ji quncik tê rakirin.

Danasîna Peşkên Baranê

Peşkên Baranê di sêbara romanên ya birêz Mehmet Oncu de romana duyemîn e. Pêşkê Baranê di sala 2022an de ji weşanên Sîtavê derket. Roman 213 rûpel in. Di dawiya romanê de ferhengokek jî heye. Roman ji danzdeh beşan pêk tê. Pêşkên Baranê behsa çi dike? Em beş bi beş mijara …

Read More »

Helkîna Bayê Xerbî ya Mehmet Oncu

Helkîna Bayê Xerbî ya ji sêbarên romanên rêzdar Mehmet Oncu de romana yekemîn e. Romana duyemîn Pêşkê Baranê, ya seyemîn jî Prîskên Berfê ye. Helkîna Bayê Xerbî di sala 2022an de ji weşanên Sîtavê derket. Roman 213 rûpel in. Di dawîya romanê de ferhengokek jî heye. Em dixwazîn di vê …

Read More »

Gotinek Di 30 Saliya Terorkirina Lehengê Kurd Mûsa Anter De

Rojnamevan û nivîskarê bê westan barhilgirê derd û kulê gelê Kurd, şoreşgerê ku li dijî dijmin bi pênûs û xamê disekinî, şêxê nivîskarên Kurd, apê me (Mûsa Anter: Şêxo, Şeyhmus Almas: 1918-1992), yê ku ji berî 30 salî ve, di şeva (20-21/9/1992)an de, li Diyarbekirê taxa (Seyran Tepe) şehîd ket. …

Read More »

Rexneya wêjeyî

Rexneya wêjeyî berî her tiştî parvekirina xwendinan e. Mirov piştî xwendina berhemeke wêjeyî helwêst û ramanên xwe li ser wê berhemê rave dike û mirov nirxandina fenomenên nava wê berhemê dike. Hingê, rexne alîkariya têgihîştina ji berhemeke wêjeyî an jî hunerî dike û bi vî awayî alîkariya pêşxistin û veguheztina …

Read More »

Selika Çîrokên Zarokan

Çîrokên ji bo zarokan girîng in. Di rewşeke bêdewletbûn, bê dibîstan, bê perwerdeyî de, ango ji bo zarokên kurdan girîngiya wê dubare ye. Zarokên kurdan di bin dagirkeriya dewleteke nîjadperest de, bi fermana qedexebûna zimên de, ji neçarî di dibîstanan de xwendin û nivîsîna  zimanê xwe ê netewî fêr nebûn, …

Read More »

Yilmaz Gûney û Hişmendiya wî ya Kurdistanî

Em ê serkevin, em ê mûtlaqa serkevin. Kurdbûn û Kurdistanîbûna Yilmaz Guney jixwe ne cîhê nîqaşê ye. Em kesên sînemahez, mîna misilmanekî bawermend ku bona xêrê ayetan dubare dike, em jî dixwazin vê rastiyê wek ayet tekrar bikin. Rastî ew e ku Yilmaz Guney hîna jî wek çirûskek agir rêya …

Read More »

Kevirê Zarokatiyê ya Dayîka Min

Ciwanî ji kok de hevketine. Her tişt û her kes di bin dûmanê zemên de dime. Ne kes kesî nas dike ne jî kes xwe nas dike.  Di navbera her kesî û her tiştî de dîwarên nexuyayî hene. Nar-koz ewil li avê ket, av ji hevde ket, bêhiş gêrê erdê …

Read More »

Romana Gula Almastê ”Xeleka Xeyalên Bê Ezman”

Li gor min kurdiya baş, paqij û herî rast jinên kurd dipeyivin. Jinên kurd ên ku bi tirkî yan jî bi erebî û farisî nizanin hîn baştir kurdî diaxifin. Jinên kurd ên nivîskar, romannivîser jî berhemên xwe de kurdîyeke baş û zelal bi kar tînin, dinivîsin. Romannivîsera jin Gula Almastê …

Read More »