Şaredariya Êlihê (Batman) bernameya 6emîn Festîvala Kurtefîlmên Yilmaz Guney diyar kir.
6emîn Festîvala Kurtefîlmên Yilmaz Guney ku bi piştevaniya Şaredariya Êlihê ji aliyê Akademiya Sînemayê ya Rojhilata Navîn ve tê lidarxistin, dê 16ê meha Berfanbarê dest pê bike û heya 20ê mehê berdewam bike. Mêvana şanaziyê ya îsal keça Yilmaz Guney a bi navê Elif Putun e.
Îsal di beşa kurtefîlmên de 80, di beşa senaryoyê de 12 fîlman serî li rêveberiya festîvalê dane. Juriya pêşî 10 kurtefîlmên, 5 jî senaryo ji bo nirxandina juriya sereke pêşkêş kir.
3 berhemên Serekê tên xelatkirin
Di nava van berheman Juriya pêşî pêşkikirî de juriyên sereke dê ji bo xelatkirine 3 berheman hilbijere.
Di beşa kurtefîlma de filma yekemîn dê bi 10 hezar lîrê (3 hezar 500 dolar), ya duyemîn bi 7 hezar 500 lîrê (2 hezar û 300 dolar) ya seyêmin jî bi 5 hezar lîrê ( hezar û 800 dolar) were xelatkirin.
Festîval di 15ê Çileya Pêşî de bi galaya fîlman dest pê dike. Di galayê de Koma muzikê ya Lawje konserteke biçuk bide û herwiha fîlma Yilmaz Guney a Dîwar were nîşandan. Temaya îsal ya festîwalê weke ‘Gelê ku li ber xwe dide û sînameya berxwedêr’ hate bi nav kirin.
Mêvanên festîvalê
Mêvana şanaziyê ya îsal keça Yilmaz Guney a bi navê Elif Putun
Di nav mêvanan îsal de hen Ozcan Alper, Emin Alper, Enis Köstepen, Sewketat Amin Korki, Sheram Alidi, Arin İnan Arslan, Hisen Hesen, Touraj Aslani, Şehbal Şenyurt û Ayşe Çetinbaş hene
Kurtefîlmên beşdarî festîvalê bûne
Angelus Novus (Aboozar Amini), Azad (Yakup Tekintanğaç), Bartalakbaz (Sajad Ahmadbeıgı), Hêk (Muaz Güneş), Mast (Tahsin Özmen), Mitomani (Bulut Gümüşboğa), Poke (Faruq Samani), Şeva Dirêj (Shamal Sabri), The wind suddenly (Edris Samani), Zange Varzesh -p.e. class- (Jabbar Salehı)
Jurî: Arin İnan Arslan, Husseın Hassan, Övgü Gökçe, Şehbal Şenyurt Arınlı, Touraj Aslani
Juriyê senaryoyê: Yildiz Çakar, Omer Dilsoz, Merwan Xwedêda