Pirtûk a Amîdabad Derket- Fawaz Hûsên

Çapa duyem a ”Amîdabad” derket

Çapa duyem a çîrokên Fawaz Husên “Amîdabad” di nav weşanên Avesta de derket. 6 berhemên Fawaz Husên di van rojan de di qoyitekê de wekî set tên amadekirin.

“Belê, di wan salên dawîn de, navçeya Amîdabadê vala dibû. Li ser axeke agirî, di bin azmanekî misînî de, me dest bi Koça Mezin kiribû. Di gundên weranbûyî de, bi tenê kûçikên bêxwedîmayî di dirêjahiya şevan de direyan, giliyên xwe bi heyva sar dikirin. Di Amîdabadê de bi tenê çemek hebû û ew jî ji mêj ve miribû û zikê wî bûbû sergoyê giştî. Goristan herroj firehtir û pirtir dibûn. Herroj em bêtir winda dibûn. Me kincên biyaniyan li xwe dikirin, em bi zimanên wan diaxivîn û me ji mhej ve dest pê kiribû me serê xwe bi xerafat û xuyên wan bilind dikir.
Koça Mezin dabû ser rêya nebedîbûnê. Em bi milyonan bûn, me dikarîbû çiyayên bilind bihejandana, me dikarîbû bi mîza xwe lehî rakira, lê, em bê hiş bûn, me xwe li tixûbên nenas, li çareserkirinên erzan girtibû.”

Amîdabad
Fawaz Husên
Çîrok
ISBN: 978-975-7112-94-5
13×19.5, 104 rûpel, 12 TL
Çapa yekemîn: 2001
Çapa duyemîn: 2015
www.avestakitap.com

Derbar Rêvebir

Check Also

Danasîna pirtûkekê: ‘Sêberî Qeleberd, Li ser Elmane û Taleswar’

Qelebard çiyayekî bilind e, nêzîkî gundê Elmaneyê, nêzîkî bajêrê Merîwanê ye. Meleke Xanim li vî …

Leave a Reply