
Xizmeta ji bo miletê xwe ne tenê bi gotinê, lê bi kirin, fedaka û dilsozî pêk tê. Divê em di her qadê de bi nêrîneke erênî, bi yekîtiyê û bi hişmendiya avakirinê tevbigirin.
Prensîba me divê ev be: ne hilweşandin, lê avakirin; ne nakokî, bi biratiyê û sulhê; ne dijminahî, lê bi hezkirin û alîkarîyê.
Em dikarin bi parastina nirxên xwe, pêşxistina ziman û çanda xwe, perwerdekirina nifşên nû û xebata bêdilşikestî ji bo pêşeroja miletê xwe bibin hêzeke erênî.
Ji bo miletê xwe xizmet bike, lê her dem bi prensîbên musbet tevbigere. Ji ber ku xizmeta rastîn bi îman, îxlas, aqil û fedakariyê tê nîşan dan.
Hinek caran xizmet bi kelecanî û bi zêde zêde dilê mirov de dikele, wê demê divê mirov wê kelecana xwe veguhêzîne xizmeteke baş.
Ciwaniya xwe bi zanebûn û enerjiya xwe bi erênî di rêya xizmetên qenc, îmanî û di rêya miletê xwe de xerc bike. Her dem derfetê xizmetê dest mirovan nakevin.
Herkes dixwaze hinek tiştan bike û dike jî lê hinek tiştên baş bi tevgerên ne baş dikin û di rêda dimên û gelek mirovan dişkênin û enerjiya xwe û qabîlîyetên xwe bi pûçî xerc dikin.
Kemal Erdînç
Gotara berê: Rexneya Derûnî (Psychological Criticism)
Gotara piştî: Dîsa Ezim Ez ê Berê
Gotarên Têkildar
Zimanê Nivîskî û Devokên Zimanê Kurdî
Rexneya Derûnî (Psychological Criticism)
Navên ku nedihatin gotin, lê evîneke kûr di dilê wan de hebû

