
Ev çend care biryar didim
Ehd û soza mêran didim
Belengazî hawar didim
Dîsa ezim ez ê berê
Min û nesfê pir berhev dan
Ji min ax û wax û fîxan
Bilind dibe heta ezman
Dîsa ezim ez ê berê
Li min rexne û him arî
Hemî renc û şermezarî
Bê taqet û him neçarî
Dîsa ezim ez ê berê
Min go nefsê tu’j min biger
Ji cirm û gunehan veger
Li kêfa dinê tu nener
Dîsa ezim ez ê berê
Eya Rebbî kerem ji te
Ezim îro l’dergehê te
Wekî Yûnis di hepsê de
Dîsa ezim ez ê berê
Poşmanim ez ji her hawî
Ji qilêr û ji gemarî
Bi veger û tewba safî
Dîsa ezim ez ê berê
✒️ Seyîdxan Serferaz
📅 11/11/2026 – Mijdar
Gotara berê: Xizmete Miletê Xwe Bike
Gotara piştî: Kawa Nemir: Di Rêwîtîya Xwînerîya Min de
Gotarên Têkildar
Kawa Nemir: Di Rêwîtîya Xwînerîya Min de
Helbest | Xwe û xweza | Bager Adar
Ma tu dikarî berhevkarîya folklorê bikî?

