
Anîmasyona Eşîra Bêserûber ji ber ku bi zimanê nivîskî nehatiye dengkirin, bala gelek kesan kişandiye û milet jê pir hez kiriye. Ev yek nîşan dide ku gel di axaftina rojane, çîrok, fîlm û anîmasyonan de zimanê ku pê diaxive, baştir fêm dike û bi dilê xwe nêzîk dibîne.
Mixabin, carinan em dixwazin di hemû waran de zimanê nivîskî bi kar bînin. Di encamê de, hin gotin û hevok ji bo gel nenas dibin, axaftin ji xwezayiya xwe dûr dikeve û peyam jî bi hêsanî nagihîje guhdêr û temaşevan. Mirov ne ku ji zimanê xwe hez nake, lê belkî ji awayê bikaranîna wî dûr dikeve, jê re sar tê.
Divê em baş fehm bikin ku zimanê nivîskî û devok dijberê hev nînin. Her yek xwedî cih û girîngiya xwe ye. Zimanê nivîskî ji bo nivîs, perwerde, çapemenî û yekgirtina zimanê me bingehek girîng e. Lê devok jî rûyê zindî yê zimanê me ne. Ew reng, deng, şîrînî, çîrok û bîranînên herêmên me di xwe de dihewînin.
Divê em devokên xwe biparêzin, wan di fîlm, anîmasyon, şano, stran, çîrok û axaftinên rojane de bi kar bînin. Zarokên me divê dengê dayik û bavên xwe, zimanê gund û bajarê xwe nas bikin. Her devok dewlemendiyek e û tu devok ji ya din kêmtir nîne.
Armanca me divê ne ew be ku hemû kes bi awayekî yekgirtî biaxivin, lê ew be ku hemû kes bikaribin bi zimanê xwe bixwînin, binivîsin û bi devoka xwe biaxivin.
Zimanê nivîskî divê alîkarê devokan be, ne ku bibe sedema jibîrkirina wan.
Ziman bi nivîsê dijî, lê bi axaftinê jî zindî dimîne. Heke em dixwazin zimanê Kurdî (Zazakî/Kurmancî/Soranî) pêş bikeve, divê hem zimanê nivîskî xurt bikin hem jî devokên xwe biparêzin. Çimkî dewlemendiya zimanê me di pirrengiya wî de ye.
Zelal Ceylan
Gotara berê: Kawa Nemir: Di Rêwîtîya Xwînerîya Min de
Gotara piştî: Berhema Kurmancî ya alimê jîr ê Arvasî Muhammed Welî
Gotarên Têkildar
Rexneya Derûnî (Psychological Criticism)
Navên ku nedihatin gotin, lê evîneke kûr di dilê wan de hebû


