Kurdîya Soranî li ser pergala Google Wergerê hat zêdekirin

Li ser Google Werger (Google Translate) a pergala wergerê ya Googleyê 24 zimanên nû hatin barkirin.

Di daxuyaniya Googleyê weşand da hat gotin ku li ser bernameya 10 jê ji Afrîkayê bi tevahî 24 zimanên nû li ser pergalê hatin zêdekirin.

Zimanên li ser bernameyê hatin barkirin ev in:

“Ashante’ya ku li Ganayê 11 milyon kes, Bambara’ya li Maliyê 14 milyon kes, Jaja’ya li Gana û Togoyê 7 milyon kes, Krîo’ya li Sîerra Leoneyê 4 milyon kes, Luganda’ya li Uganda û Rûandayê 20 milyon kes, Oromo’ya li Etiyopya û Kenyayê 37 milyon kes, Lîngala’ya li Komara Kongoyê, Angola, Sûdana Başûr û Komara Afrîkaya Navîn 45 milyon kes, Sepedî’ya li Afrîkaya Başûr 14 milyon kes, Tîgrînya’ya li Erître û

Etiyopyayê 8 milyon kes û Tsongo’ya li Esvatînî, Mozambîk, Afrîkaya Başûr û Zîmbabveyê ku 7 milyon kes pê diaxivîn” li bernameya wergerê ya Googleyê hatin zêdekirin.

Di nav zimanên li Google Wergerê hatin zêdekirin tevlî Soranîya zaraveya Kurdî 14 zimanên li Hindistan, Amerîkaya Latîn û Fîlîpînanê tên bikaranîn jî hene.

Li gor zimanên dawîn ên ser bernameyê hatin zêdekirin niha Google Translate bi 133 zimanan wergerê dike.

Çavkanî: aa

Etîket: google, Polylang KMR, Soranî, Werger

Gotara berê:

Gotara piştî:

Gotarên Têkildar

Berhema Kurmancî ya alimê jîr ê Arvasî Muhammed Welî

Hejmara 16emîn a Kovara Folklora Me’yê derket

Projeya Cardo xelata Hilbijartina Gel wergirt!

“Sûretê Piştê” bi çapeke nû li Kobanê derket

Navnîşana nû ya pirtûkên kurdî: Pirtûkgeh vebû!

Şîroveyeke binivîse

Nivîskar
Dîroka weşanê16/06/2022
Nûvekirin09/10/2026
KategorîAgahîyên Nû
Etîket, , ,
Hejmara peyvan187
Dema xwendinê1 deqe xwendin