Navnîşana nû ya pirtûkên kurdî: Pirtûkgeh vebû!

Navenda pirtûkfirotinê Pirtûkgeh, ku bi armanca di bin yek banî de komkirina berhemên kurdî û li ser kurdan hatiye avakirin, li ser navnîşana www.pirtukgeh.com dest bi xizmetê kir.

bo xwendevanên ku dixwazin bigihîjin berhemên bi zimanê kurdî alternatîveke nû derket holê. Malpera nû ya pirtûkfirotinê Pirtûkgeh, bi armanca hêsankirina gihîştina pirtûkan li ser înternetê dest bi weşanê kir.

Navenda wê li Batmanê ye û di kataloga malperê de ji weşanxaneyên cuda zêdetirî 4 hezar pirtûk û kovar hene. Pirtûkgeh berhemên di kategoriyên wekî roman, helbest, dîrok, ferheng û pirtûkên zarokan de bi zaravayên kurmancî, kirmanckî (zazakî) û soranî pêşkêşî xwendevanan dike.

Lîsteya nivîskaran û agahiyên biyografîk

Sîstema malperê her wiha xwedan lîsteyeke nivîskaran a alfabetîk e. Bi saya vê taybetmendiyê, xwendevan dikarin rasterast bigihîjin jiyanname û hemû berhemên nivîskarên ku dixwazin.

Derfetên kampanyayê yên ji bo vebûnê

Pirtûkgehê bi boneya vebûna xwe hin kampanyayên taybet jî dan destpêkirin:

  • Di kirînên 750 TL û jor de xizmeta kargoyê belaş e.
  • Di kirînên 1000 TL û jor de jî pirtûkeke surprîz wekî diyarî tê şandin.
  • Pirtûkên ku di stokê de ne, di nava 1-2 rojên kar de têne şandin bi ser kargoyê.

Pirtûkgeh bi dirûşma “Xwendin xwe nasîn e” derdikeve pêşberî raya giştî. Xwendevan dikarin ne tenê ji ser malperê, her wiha ji ser WhatsAppê jî pirs, daxwaz û têkiliyên xwe bi rê ve bibin.

 

Gotara berê:

Gotarên Têkildar

Ji Bo Jiyanê Gotinên Bav û Kalan

Ji Kaniya Gel Çend Xebatên Folklorî

Rîsaleyên Nûr êdî bi dengê Zazakî û Kurmancî têne guhdarîkirin!

Ziya Gokalp Nasbikin

Pirtûka “Vî Zemanî Her Kes Mîmarê Sînemaya Xwe ye” ya Ardîn Dîren

Şîroveyeke binivîse