Ji bo ku hestiyên me baş û zexm bin, divê em qalsiyûm, fosfor û vîtamîna D’yê bigirin. Ji ber vê yekê, divê xurekên bi proteîn werin xwarin. Di nav şîrî de qalsiyûm heye, loma divê zarok û xort pir zêde şîr vexwin. Her wiha ji bo başbûna ‘edele û hestiyên me, li gor temenê meriv, divê sporên birêkûpêk werin kirin. Meriv gava sporê dike, divê baldar be ku pir zêde ‘edeleyên xwe jî neêşîne.
Feydeyên Sporê
Spor xweş e û qelîteya jiyanê zêde dike.
Mirov bi xwe bawer dibe, behremendiyên qoordînasyon û daldariyê pêşve dibe.
Îşteha mirov birêkûpêk dike.
Mirov ciwan dibe û ‘edele û laşê mirov dibe xwedî sihet.
Hestiyên mirov zexm dibin.
Derûniya mirov baş dibe û dibe sedema ku mirov li jiyanê bi xweşbînî binêre.
Ji bo berdewamiya hevaltiya bi derdora mirov, dibe alîkar.
Çavkanî: zamankurdi.com