
Yekcaran ez diçim mala bavê xwe û li wî dinêrim. Bavê min li ser balîfê dirêj kiriye, serê xwe spartiye balîfê û bi xwe re difikire. Ez ji wî dipirsim:
– Bavo, tu çi dikî?
Dibêje:
– Ez tiştekî nakim, bi xwe re wiha ramedîyame û difikirim.
Dema ez vê bersivê ji bavê xwe distînim, tirs û xofekê di hundurê min de çêdibe. Ez pê ecêb dimînim û ji xwe re dibêjim: Ma gelo em êdî gihîştine wê astê ku mirov nikare bêyî tiştekî bikeve fikirandinê? Em êdî ji fikirandinê dûr ketine? Ma gelo em nikarin demekê bi serê xwe re bimînin, bêyî ku tiştekî me mijûl bike, tenê rûnin û li ser xwe, jiyana xwe û tiştên ku li dora me diqewimin bifikirin?
Bi rastî, çima em êdî nikarin bi serê xwe bimînin û demekê dirêj bifikirin? Sebebên vê yekê pir in, lê li gorî min, yek ji sedemên herî girîng teknolojiyên nûjen in. Teknolojî bi awayekî ku em pê nebihesin, bûye beşek ji hemû kêliyên jiyana me. Ew êdî nahêle em bêkar bimînin, bi xwe re biaxifin, li ser bûyerên rojane bifikirin û di nav xwe de hinekî bimînin
Dema em tenê dimînin, yekem tiştê ku destê me diçe têlefona me ye. Heke têlefon li ber destê me tune be, televîzyon vedibe. Heke televîzyon jî tune be, em tiştekî din digerin ku mejiyê me mijûl bike. Wateya wê ew e ku em êdî ji tenêtîyê direvin. Em nikarin bêyî deng, wêne, nûçe, torên civakî û agahiyên bêdawî demekê derbas bikin.
Lê gelo em qet difikirin ka ev rewş dê me bibe ku derê?
Pir kes êdî tenê dimînin û hewcedariya xwe bi dost û hevalan re kêm dibînin. Hin kes dibêjin: «Hevalê min êdî têlefonê min e. Ez ne hewceyî kesî din im. Dema bixwazim dikarim bi têlefonê demê derbas bikim, dikarim bi kesan re biaxivim, dikarim tiştên cihêreng bibînim û kêfxweş bibim.»
Lê gelo ev têkilî bi rastî dikarin cihê dostekî ku li kêleka me rûdine, guhdariya me dike û bi dilê xwe bi me re diaxive bigirin?
Mirov tenê bi peyam şandin û wergirtinê nikare hevala rastîn çêbike. Carinan mirov hewceyê kesekî ye ku bêje: «Were, em hinekî rûnin û biaxivin.» Hewceyê kesekî ye ku çavên wî bibîne, dengê wî bibihîze û bêyî ku li ser tiştekî din bifikire, guhdariya gotinên wî bike. Dostaniya rastîn tenê bi peyaman nayê avakirin; ew bi dem, guhdarî, dilsozî û têgihiştinê pêk tê.
Îro em dibînin ku gelek caran mirov li civînekê, li malê an jî li nav hevalan rûniştine, lê her kes bi têlefonê xwe mijûl e. Kesek li vir e, lê hişê wî li cihekî din e. Kesek bi te re diaxive, lê tu li şûna ku guhdariya wî bikî, li peyama ku nû hatîye digerî. Di encamê de, em li cem hev in, lê bi rastî bi hev re nînin.
Fikirandin bi xwe çalakiyeke pir bi qîmet e. Ew ji bo mejî, dil û ruhê mirov girîng e. Mirov bi fikirandinê dikare xwe nas bike, xeletiyên xwe bibîne, biryarên xwe nirxîne û ji tecrûbeyên xwe dersan derxe. Herwiha dikare li ser siberoja xwe bifikire, armancên xwe diyar bike û bersiva gelek pirsên ku di hişê wî de hene bibîne.
Lê em êdî ji vê çalakiyê jî direvin. Dema mirov tenê dimîne û têlefonê di destê wî de tune be, gelek caran ecêb dimîne. Nizanibe çi bike, çawa demê derbas bike û çawa bi xwe re bimîne. Hin caran mirov tenêtî wekî barê giran dibîne, lê belkî pirsgirêk ne tenêtî ye; pirsgirêk ew e ku em êdî bi tenêtîyê re nenas in.
Ji aliyekî din ve, têlefon û torên civakî her tim agahî, wêne, nûçe û naverokên nû pêşkêşî me dikin. Em di nav van agahiyan de winda dibin û carinan bêyî ku em pê bihesin, saetan bi wan re derbas dikin. Dema ku têlefonê ji destê xwe berdidin, hîs dikin ku tiştekî me kêm e. Ev rewş nîşan dide ku em çiqasî bi vê amûrê ve girêdayî bûne.
Di heman demê de, divê em bizanin ku têlefon bi tenê amûrek e. Ew dikare ji bo fêrbûnê, xwendinê, lêkolînê, pêwendiyê û gelek karên din alîkariya me bike. Pirsgirêk ne di hebûna teknolojiyê de ye, lê di awayê ku em wê bi kar tînin de ye. Dema em amûrê bi kar tînin, ew divê di bin kontrola me de be; ne ku em bibin koleyê wê.
Mirov ji bo ku jiyana xwe bi awayekî tendurist berdewam bike, divê hin deman ji xwe re veqetîne. Divê carinan têlefonê bide aliyekî, televîzyonê bigire û bêdengiya xwe biparêze. Divê bi xwe re rûne, li ser rojên derbasbûyî bifikire, pirsên xwe ji xwe bike û bêyî ku ji bersivan bireve, hewl bide wan bibîne.
Carinan divê em bipirsin: Ez kî me? Ez ji jiyana xwe çi dixwazim? Ez çima vê karê dikim? Ez ji ku hatim û dixwazim biçim ku derê? Kîjan tişt di jiyana min de girîng e û kîjan tişt tenê demê min dixwe? Ev pirs ne pirsên vala ne; ew dikarin rêya mirov di jiyanê de ronî bikin.
Herwiha divê em bi xwezayê re demê derbas bikin. Carinan biçin meşê, li daran, çiyayan û ezmên binêrin, dengê bayê bibihîzin û bêyî ku wêneyekê ji her tiştî bigirin, kêfa xwe ji wê kêliyê bistînin. Her tişt ne ji bo tomarkirinê ye. Hin kêlî divê tenê bêne jiyîn, ne ku bêne kişandin û li ser torên civakî bên parvekirin.
Ez bawer dikim ku mirov di bêdengiyê de gelek tiştên ku di nav qerebalixiya jiyanê de winda dike, ji nû ve dibîne. Carinan bersiva pirsên me ne di nav agahiyên bêdawî de ye, lê di bêdengiya hundurê me de ye. Divê em ji vê yekê netirsin.
Em divê ji xwe re bibêjin: Ma em teknolojiyê bi kar tînin an teknolojî me bi kar tîne? Ma em bi dilê xwe demê derbas dikin an her kêliyekê me, amûrek me birêve dibe? Mirov ji bo ku jiyana xwe baştir nas bike, hewceyê demê ye; ji bo ku xwe nas bike, hewceyê bêdengiyê ye û ji bo ku rastîyên jiyana xwe bibîne, hewceyê fikirandinê ye.
Ji ber vê yekê, divê em carinan têlefonê ji destê xwe berdin û bi serê xwe bimînin. Ne ji ber ku em ji dinyayê direvin, lê ji ber ku em dixwazin hinekî din xwe nas bikin. Ji ber ku mirov tenê bi agahiyên ku ji derve distîne nabe xwediyê zanînê; ew di heman demê de divê li hundurê xwe jî bigere.
Bêdengî ne wendakirina demê ye; carinan destpêka nasîna xwe ye.
Gotara berê: Agît Kabayel, şampiyonî boksê yê cîhanê

