Qinik/Zûgotinok

 

Ez çûm mala Xalê Mele Remezan

Min go mala Xalê Mele Remezan

Ka mera mala Xalê Mele Remezan?

      -sê caran tê dubarekirinê- 

             * * *

        Guvîj û vîjik di kevçî de

Min guvîj xwar vîjik ma kevçî de”

     – sê caran tê dubarekirinê-

* * *

Çîrokê vîrvîrokê

Rûnê rokê

Berda cokê

Co miçiqî

Rûn biriqî

Golika salê

Li garanê

Şengo mengo

Mi çiqas xweş go
* * *

Heft zîp û heft rîp

* * *

Heft ser re û heft ber re

Û heft jî ji xwe û me re

Hê nû here milek giya bîne

Ji ker û golikê xwe re

 

Ayhan MERETOWAR (Hunera axaftina Xweş)

About Çand Name

Edîtorê malperê - 1 (Nivîsa bar dike, sererast dike û diweşîne)

Check Also

Van şîretan di hişê xwe de bigirin

Ji bo ku nifşên pêşerojê jî ji van ezmûnan sûd werbigirin, veguhestina van şîretên kevneşopî …

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *