Payîz

Huner payîzekî de bi demsalekî re rêwî me

gazin nayê kirin ji payîzan ji jîngeha dilan

a herî bi reng û huner e payîz …

çima lome tên kirin li vî demsalî

çima gazin tên kirin ji vê demsalê re

çima ayetên nebixêr tên xwendin

û babîzokên nifiran tên weşandin yek bi yek

fêkîyên li ber baranekî birqîn didin li sê goşeyê jînê

awazek ji bêhna baharê

qeşayek ji serma zivistanê

germahîyek ji sincirandina  tebax û tîrmehê tê werdan

demsal hev himbêz dikin ji bo bibin  jîngeha jînê

awirên mirovan xwe xelet dihesibînin di payîzan de

a ku tê weşandin ne pelê darek, ji daristana payîzgehê ye

ji dilê kes û kesan diweşe û xwe li qaliqê gûzê dixin

û li ber hunera pelgek darê xwe diherişînin

ne ev hunerek Xwedayî ye, di xwezîyên xwezayê de

ka em bi payîzê re bipeyvin ji temenek dûrr û dirêj

wê xewnên me yên gojîkirî vebêje!..

wê kilamên sedsalekî bi bîra me bixe ..

û em ê temenê xwe bi pîvin di payîzgeha jîyanê de

awîrên me bila noq bibin ku çêdir nebînin…

hinarên sorîn li ser lêva demsala payîzê xwe pêşkêş dikin…

û dîsa jî hênikahîya dil ajoyekî ye payîza sorîn zerîn pelweşîn

wekî temenek ku ber bi rojbûyînekî nû ve xwe dajo ber bi şahîyê

rûsipîyekî xwebêj û dengbêje payîz ..

 

Bawer Yekta

 

About Bawer Berbang

Helbestvan

Check Also

Şagirtê Tewanbar

Nerîna we ne girîng e ya min girîng e. Ya rast ez baş im, neheqî …

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *