Xwediyê malpera perxudrespodcast.com ê Omer Faruk Baran derheqê malpera xwe de wiha dibêje;
Dem baş guhdarên hêja! Vira Perxudres Podcast e. Ez Omer Faruk Baran, ji vê podcastê notên xwe yên ser kultur, sanat û edebîyatê radigihînim. Vê saetê vê deqê hûn li kû bin bi dengê xwe bi we re me.
Perxudres Podcastê bi van gotinan di Adara 2022yan de li ser platformên podcastan dest bi weşanê kir û di demeke kin de di nav xwendekar, rojnameger, edebîyathez, sînefîlm û meraqlîyên muzîkê de deng da û xelat sitand.
Êdî bi hezaran guhdar her Pêncşem di saet 5:50 pm de li bendê ne ku Perxudres Podcast beşa xwe ya nû biweşîne.
Vê podcastê stûnên xwe li ser zemîna bloga Perxudresê danîne ku wê di sala 2015an de bi ro perwerî bi şev xudreste dest bi weşanê kiribû.
Blogê îlham da Perxudres Podcastê, podcastê jî di yeksalîya xwe de cesaret da ku ew bi blog-malperekê weşana xwe fireh bike.
Bi notên ser kultur, sanat û edebîyatê Perxudres Podcast bi hez û heyecaneke nû li ser malpera xwe ye.
Omer Faruk Baran