Em hemî dixwazin di jiyanê de serfiraz bibin. Dema ku em bibin dêûbav, em dixwazin ji bo ku zarokên me serfiraz bibin her tiştê ku em ku bikin dikin. Lêkolînek nû nîşan dide ku biryareke dêûbav destnîşan dike ka zarokên wan di tevahiya jiyana xweya akademîk de bi avantaj in an dezavantaj in.
Ew pir hêsan e, û ev pirs ji her dêûbavên ku zarokên wan di mehên paşîn ên salê de çêdibin re nas e: Ma hûn ê zarokê/a xwe dema dibistanê hat, hema dibistanê qeyd bikin an hûn ê salekê bisekinin?
Digel ku mijar pir tevlihev û nakok e, lêkolerên Zanîngeha Stanford dibêjin zarokên ku salek dereng têne şandin dibistanê li gorî hevalên xwe hin avantaj hene.
Bala xwe baştir, xwekontrolkirin hîn bilindtir e
Gelek dêûbav vê biryarê li gorî wê yekê didin, gelo zarokê wan salekê dereng bişînin a akademîya wan re bisûd bê an na ?
Ji ber vê yekê lêkolînerên li Stanford biryar girtin ku ji aliyek din ve nêzîkê mijarê bibin. Encamên ezmûnê li aliyekê, wan lêkolîn kir ku çawa di polê de di nav zarokên herî biçûk an mezin de bandor li tenduristiya giyanî, disiplîn û xwe-kontrolê kir. (Van hem jî bandorê li ser serfiraziya akademîk a bi qalîte dikin.)
Lekolînwanan ji bo ku vê bandorê bipîvin ezmûnên xwendekarên dibistana seretayî yên li Danîmarkayê lêkolîn kirin. Wan zarok kirin du kom: yên ku di temenê dibistanê de hatin şandin dibistanê û yên ku salekê li bendê bûn.
Encam? Zarokên ku sala din diçin pêşdibistanê dikarin li dibistanê bala xwe bêtir kom bikin û li gorî hevalên xwe “xwe-kontrolkirina berbiçav bilind” bûn. Vê avantajê di salên paşîn de jî dom kir. Lêkolîner Thomas Dee dibêje: “Me dît ku zarokên salekê dereng diçin pêşdibistanê, li gor ên din di navînî 11-salî de ji sedî 73 bal kişandinê û hîperaktîfê kêm kirin.”
Bandora temenê nisbî
Ger ku zarokên we tune bin an jî temenê we yên dibistana seretayî pir baş neyên bîra we, divê ev hemî gotin tiştek ji we re eşkere kiribe. Ev mijar deh sal berê di pirtûka Outtiles ya Malcolm Gladwell de hate vegotin.
Dema ku li ser Lîga Hockey a Neteweyî ya Kanada dixebitî, Malcolm anomalîyek statîstîkî di hejmara lîstikvanên ku di Çile û Sibatê de ji dayik bûne dît. Dema ku wî sedem lêkolîn kir, wî fêr bû ku lîgên hokeyê yên piçûk ên Kanada zarokên ku di 1-ê Çileyê de ji dayik bûne qeyd kirine.
Wateya vê ev bû ku zarokên di Çile û Sibatê de ji dayik bûne di koma temenê xwe de her gav zarokên herî mezin in. Bê guman, bi wî rengî ew ê fîzîkî pêşdetir û mezin bin, lê ev xwediyê avantajek din bû. Psîkolojiya wan a pêşketî hîşt ku ew bêtir hokey(lîstik) bilîzin û bi baldarî li antirenorên xwe guhdarî bikin. Wateya vê serkeftina çêtir a li ser cemedê bû.
Ev diyarde, ku wekî bandora temenê nisbî tê zanîn, di jiyana dibistanê de jî tê dîtin. Lêkolînên berê diyar kir ku zarokên ku dereng dest bi dibistanê dikin û yên ku ji hevalên xweyê polê rojbûna wan zûtir e, rêjeyên wan ên çûyîna zanîngehê û rêjeyên kara rasterast kêmtir in.
Ji ber vê yekê divê hûn zarokên xwe salekê li bendê bimînin?
Li Dewletên Yekbûyî, ji sedî bîst xwendekarên pêşdibistanê salekê dereng dest bi dibistana seretayî dikin, wate ew ne dema pênc salî bûn, lê dema ku ew şeş salî bûn diçin baxçeyê zarokan.
Ev xuya dike ku heke di mercên din de guherînek çênebe, wan avantajekê dide wan. Şertumercên din wiha cuda dibin :
Ya yekem, malbatên bêtir dewlemend zarokên xwe salek dereng dişînin. Lê ev pêşniyar dike ku xwe-kontrolkirina bilindtir a zarokên dewlemend ên ku dereng dest bi dibistanê dikin dibe ku taybetmendiyek zaroktiya wan a bi îmtiyaztir be.
Ya duyemîn, meseleyek heye ku dê zarok di vê “saleke zêde” de çi bikin. Lekolînvan diyar dikin ku kreşên pêşdibistanê li Danîmarkayê pir zêde û bêperene. Lê ev derfeta pir kêm bajarên Amerîkayê tê dîtin.
Dîsa jî, heke rojbûna zarokê/a we li ser sinorê be, bêguman avantajên zêde hene ku salekê dereng bişînin dibistanê. Di navbêna pênc û heştê salî de valahiyek pir cidî ya geşedanê heye, û encamên lêkolînê nîşan dide ku ew dikare ji zarokan re bibe xwedan avantajek mezin ku zarok salek zêde li derûdorên lîstikê yên “dirêjkirî (û bi rêkûpêk demkirî) de derbas bikin.
Wekî din, kî naxwaze ji bo mezinbûnê saleke xwe yê zêde hebe?
Werger: Çandname
Çavkanî: egitimpedia.com