Tarîtî û Ronahî

Xwedê Teala di Qurana Pîroz de di sûretê Hûd ayeta 113an de dibêje; ‘Meyla xwe nedin zaliman, an na yê agir we bişewitîne.’

Dîsa Xwedê Teala di Qurana Pîroz de di sûretê Brahîm ayeta 42an de dibêje; ‘Tu qet gûmana neke ku Xwedê ji kirinên zaliman bêhay be. Tenê wan ji bo rojeke ku ji tirse çav ji cihê xwe dertên dide paş.’

Li gor van ayetên pîroz divê mirov alîkarî û destek û piştgiriya zaliman nekê. Zalim ew kes in ku ronahiyê li ber mirovahiyê radikin û ji bedela wê de tarîtiyeke ku encama wê xwîn, êş, girî, kuştin û talankirin e tînin. Li gor van ayetan berpirsiyariya mirovahiyê ya li dijî neheqî û zilmê di baweriya îslamî û nirxên gerdûnî yên mirovahiyê de, sekinîna li dijî zilmê û parastina heqîqet, edalet û ronahiyê bingehên sereke yên jiyaneke bi rûmet in. Aştî, edalet û azadî ji bo tevahiya mirovahiyê daxwazên herî pîroz in.

Dînê Îslamê li dijî her cureyên zilm û zordariyê ye. Îslam dijî zalim, zordest û xwînmija ye. Qurana Pîroz ji bo ku rêbaza edaletê ava bike û di navbera mirovan de bibe şahid heye. Xwedê Teala ji bo her tiştî sînor danîne. Ew kesên ku sînorên Xwedê derbas dike her kî bê ew zalim e, zordar e û zordest e. Dîsa Xwedê Teala li mirovan ferman dike ku xwe ji zilmê û zordaran biparêzin. Her mirov li gor hêza xwe divê li hember zilmê derkevê û bisekinê. Divê mirov ne alîgirê zalim û zordestan be. Mirovên baş û qenç divê rê li ber zilm û zordaran bigire.

Bimre tarîtiya zilmê, bimre zordariya zaliman, her bijî ronahî, her bijî jiyaneke bi rûmet.

Dilazad ART

DILAZAD A.R.T (Jiyan û Berhem) Li ser çand û hûner û weje û sînemayê dixebitê. Nivîs û helbest û lêkolînen nivîskar di kovar û malperên Kurdî û Tirki de hatine weşandin. Bi zimanê zikmakî re (Kurdî) zimanê Tirkî û hinekî Îngilîzî jî dizanê. Nivîs û lêkolîn û helbestên Dilazad A.R.T di kovarên Nûbihar, Çirûsk, Nûpelda, Pengav, Heftreng, Keskesor, Nûdem (Qamişlo), Folklora Kurdan, Çandname, Bernamegeh, Sînemaya Serbixwe, Temaşe, Zaningeh, Bûyer (Qamişlo), The Hall Kurdî, The Raising of Kurds, Utopya, Artos, Tigrîs, Ufuk Penceresi, Ortak Zemin, Dava, Gizli Azizler, Rengîn, Besni Ekspres, OkuYorum, YazıYorum, DüşünYorum, Kalemyâr, Ramazan 2022, Ramazan 2024 û TigrisSophia de hatine weşandin. Xebatên Dilazad A.R.T di malperên wek zaningeh.net, nucehaber.com, newroz.com, nubihar.com, thehallkurdi.com, theraisingofkurds.com, candname.com, niviskar.org, zehraportal.com, hurbakis.net, antoloji.com, edebiyatdefteri.com, de hatine (an têne) weşandin. Di bin siya Zanîngeh Akademi de xebatên dokumenterî, klîp û fîlman amade dike. Berpirsyarê Giştî ê Zanîngeh Akademî ye.

Hemû nivîskar →

Şîroveyekê bihêle