Kavilîstan

Pisîkek kor dinewe
Kûçikek kulek direye
Rê diricife
Av dimiçiqe
Hêvî nêvî dimîne
Asîmanê dilê keçikek biçûk diçire
Laşê kurikek ciwan li meydana gund dibişire
Yekî navsale di dest de demançeyek li ber serê xort e
Xwêdan li nava xwînê dinizile şorahîya xwînê xwe dighêjîne şevên serdemên
berê
Jinikek ne mezin lê ji pîrejinên zeman jî pîrtir diqîre
Dengê wê dibe gule di guhê dar,ber û çiyan de diherike
Pîrejinek û kalemêrek li ser kavilê xênîyek rawestandî
Ji buhurîna demê westandî
Û ewqas jî têgiheştok û aram
Li qetilxwînê dinêrin
Bi dengek nalînî diaxivin bi hev re
Wek ku wan vê rojê berê jî dîtibe
Belbî ne carek lê hezar carî dîtine
Kalemêr bi pistînîyek ji pîrejina kerr re tiştek dibêje
Lê ji bilî pîrejinê kes pê nahise
Pîrejin kalemêr dibersivîne
– Xort ji keçikê hez kir
Mirinê kurik gez kir
Jina ciwan a ji pîrejinan pîrtir qêrînîya xwe dubare kir
Dengê xwe kir gule û bera ser dilê kujerê lawê xwe da
– Xwedê kim destê te qet neghêje pêsîra te
Keçika dil çirandî
Bi derpîyek dirandî
Bi dengek şikandî
Lê zêde dike
Nifirek jî ew li bavê xwe dike
– Xwedê kim tişta te hanî serê vê jinikê bê serê te jî
Û demança destê bavê xwe bera ser kezeba xwe dide
Keçik dev bi ken
Bi ser laşê lawik de dikeve
Xwîna wan dibe derya kujer dixeniqe di hêrs û êşa xwe de
Kurik bi bişirîn
Keçik bi bişirîn
Jinik li hêvîya qebûla nifira xwe

Pîrejin û kalemêr bi êşa zemanan digirîn, dinalin, dikalin
Kûçik direye
Gund kavilîn
Pisîk direve
Deşt teng
Zilamê navsere dimîne di nav kavilîstana mejiyê xwe de

DILBIRÎN DILO

Derbar Çand Name

Check Also

Folklor û Helbesta Modern

Dr. Roger ACUN Di edebîyata modern da sûdwergirtina ji folklorê her tim bûye sedemên nîqaşan. …

Leave a Reply