
Pirtûk xwendin tenê ji bo ku mirov agahiyan berhev bike nîne; armanca xwendinê ew e ku mirov fêm bike, li ser tiştên xwendî bifikire û wan di jiyana xwe de bi kar bîne.
Xwendin deriyê zanînê vedike, tefekkûr jî mirov di hundurê vê zanînê de kûr dike.
Mirov dikare gelek pirtûkan bixwîne, lê heke li ser wan nefikire, dibe ku gelek agahî di hişê wî de bên û bêyî ku bandorek li jiyana wî bikin derbas bibin û werin bîrkirin. Lê carinan mirov bi xwendina çend rûpelan û tefekkûra li ser wan dikare bigihîje fêmkirineke kûr. Ji ber vê yekê, xwendin û tefekkûr divê bi hev re bin.
Dema ku mirov pirtûkekê dixwîne, divê li ser gotinên wê bisekine, ji xwe bipirse: “Ev gotin çi dibêje? Çima ev rastî girîng e? Ez dikarim vê agahiyê di jiyana xwe de çawa bi kar bînim?” Ev pirs hişê mirov vedigerînin çavkaniya tefekkûrê.
Pirtûk xwendin ronahiyê dide hiş, tefekkûr jî vê ronahiyê dike rêberek ji bo jiyanê. Mirov bi xwendinê fêrî zanînê dibe, bi tefekkûrê fêrî hikmetê dibe. Kesê ku dixwîne û difikire, ne tenê zêdetir dizane, lê her ku diçe xwe, jiyanê û cîhanê jî baştir nas dike.
Berfîn Kuçukkaya
Gotara berê: Derheqê Virikê (Îshalê) de: Hemû tiştên ku divê em bizanibin
Gotara piştî: Gelo dawiya heftê divê zarok çi bikin?
Gotarên Têkildar
Yekemînê YKSyê M. Fatîh Akbaş: Ayetul Kubra nêrîna min guherand


