Jimara 160an ya Nûbiharê bi naverokek dewlemend derket!

Jimara 160an ya Nûbiharê bi naverokek dewlemend derket.

Edîtorê kovarê Süleyman Çevik di nivîsa destpêkêde diyar kiriye ku li gor jimarên berê di vê jimarê de bêhtir jinanbi helbest û nivîsên xwe cih girtine.

Ji wan jinan Leyla Aydınê bi sernavê “Dinê Pîr e Ne Nûbûk e”ê de bi kurtînêrîna Feqiyê Teyran ya li vê dinyayê terîf kiriye.

Zana Şaybakêjî li ser Eqîdenameya Seyîd Ebdullahê Nehrî nivîsiye, ku ev berhem di pexşanaKurdî de berhema yekem tê qebûlkirin.

Kevok Mizgîn bi çîrokek û helbestek xwe, Îqlîm Milanî bi wergerek xwe, Asiya Goyan, Zeynep Çelik û Yıldız Çakar jî bi helbestên xwe di vê jimarê de cih girtine.

Wekî din bi nivîsên din, Şeyhmus Orkin,derbarê lêkolînên li ser Feqiyê Teyran dibin de nivîsiye ûçend peşniyaz û rexne li van xebatan kirine.

  1. Zahir Ertekin du xezelên Şêx Heybetullah Abrî, M. Zana Karak jî xezeleke mustezad ya Seydayê Lîcî daye.

Roşan Lezgîn digelxezelekeHesen Hişyar Serdî ku di sala 1941an de bi destê xwe nivîsiye, çend agahiyên balkêşjî di vê jimarêde dane.

Murad Celalî di vê jimarê de li ser Zargotina Kurda ya Ordîxanê Celîl û Celîlê Celîl nivîsiye.

Abdullah Can di kitêba “Amasya Tarihi” ya Huseyin Husameddin de li cihgirtina peyvên Kurd û Kurdistanê geriyaye.

Receb Dildar û Lokman Polat her yekî kitêbek bi berfirehî dane nasandin.

Felat Dilgeş behsa hevaltiya xwe û Av. Kamber Soypak kiriye.

Şairê navdar Rojen Barnas di vê jimarê de du şi’rên wî weşiyane.

Hevpeyvîna vê jimarê jî Nihat Gültekin bi Dr. Ezîz Gerdenzerî re kiriye…

Wekî din, bi nivîs û çîrokên xwe Sabri Akbel, Dawudê Bagurî, Mela Îbrahîm Sungur, Adem Yaşar, Fehmî Yeşilçınar, Hanifi Taşkın û Mustafa Karadağlı cih girtine.

Şairên vê jimarê jî ev in: Rojen Barnas, Berken Bereh, Xewneroj, Abdullah İncekan, Hafizê Şîrazî, Sidîq Gorîcan, Ahmet Arif, Mustafa Acar, Lehî Boh­tan, Rêzan Diljen, Kevok Mizgîn, Mela Mudrîk Bakırhan, Asiya Goyan, Mehmet Feti Ceylan, Ah Muhsin Ünlü, Farûqê Xezalan, J. Ahmed Yıldız, Zeynep Çelik, Yıldız Çakar, Fırat Keklik û Maksim Gorkî…

 

Naveroka jimara 160an weha ye:

Şeyhmus Orkin/Çend Pêşniyaz û Rexne li ser Qada Vekolînên Feqiyê Teyran

  1. Zahir Ertekin/Du Mersiyeyên Nû li Cîhana Edeba Klasîk a Kurdî Zêde bûn
  2. Zana Karak/Xezeleke Mustezad a Seydayê Licî

Roşan Lezgîn/Destnivîsa Xezeleka Hesen Hişyarî

Xewneroj/Birîn

Rojen Barnas/Li benda bayê ye, keştiya xas / Sêvek Afirî ji Darjiyanê

Murad Celalî/Li ser Zargotina Kurda ya Ordîxanê Celîl û Celîlê Celîl Çend Gotin

Berken Bereh/Jûra Şebçiraxan

Leyla Aydın/Dinê Pîr e Ne Nûbûk e

Abdullah İncekan/Serab

Hafizê Şîrazî/Cenabê Eşqê Bilind e (Wergera ji Farisî: Hayrullah Acar)

Abdullah Can/Di “Dîroka Amasyayê” de Kurd û Kurdistan

Sidîq Gorîcan/Pênc Haîkûyên Biharê(Werger ji Îngilîzî)

Dr. Ezîzê Gerdenzerî: Min destpêka salên 1960î dest avête nivîsê (Hevpeyvîn:Nihat Gültekin)

Ahmed Arif/Çend Bîrewerî ji Kela Diyarbekir û Lorîna Pitokê Adilok (Wergera ji Tirkî: Talat İnanç)

Sabri Akbel/Zeviya Xemgîn

Mustafa Acar/Yar

Felat Dilgeş/Li pey Kamberê Kalo

Lehî Bohtan/Bavê li ser dil bûyî bar

Rêzan Diljen/haikuyên li bîra birînkûr zîl dan

Kevok Mizgîn/Lîstika me

Dawûdê Bagûrî/Nameya Mahşeref Xanim (Weregra Nameyê: Îbrahîm Sunkur)

Zana Şaybak/Eqîdenameya Seyîd Ebdullahê Nehrî

Mela Müdrik Bakırhan/Çadira Felekê

Asiya Goyan/Hozanvan

Adem Yaşar/Miriyê Gorê

Mehmet Feti Ceylan/Tenêtî!..

Ah Muhsin Ünlü/Ferqên di nabeyna min û Resulê Xwedê da (Wergera ji Tirkî: Îqlim Milanî)

Fehmi Yeşilçınar/Ferxik û Sitî(Berhevkar)

Farûqê Xezalan/Ê Vatişî nîya ki

  1. Ahmed Yıldız/Rêzgirtinek

Kevok Mizgîn/Gencîne

Zeynep Çelik/Hêvî

Yildiz Çakar/Dilînî

Hanifi Taşkın/Tecrûbeyên Mamostetiyê

Firat Keklîk/Hilco

Receb Dildar/Berojk -Çend Kurteçîrokên Nûjen-

Lokman Polat/Romana Jiyan û Têkoşîna Siltan Selahedînê Eyûbî

Maksîm Gorkî/Kilama Teyrê Firtonê(Wergera ji Rûsî: Casimê Celîl. Ji tîpên Kirîlî: Ömer Faruk Feyat)

Mustafa Karadağlı/Boya Kiloran

Linka Kovarê:

Bo E-kovar:
https://play.google.com/store/books/details/N%C3%BBbihar_Kovar_N%C3%BBbihar_159?id=QThyE
AAAQBAJ

Bo çapkirî: https://www.nubihar.com/behterkovar/9601-nubihar-160

Derbar Çand Name

Check Also

Akordên muzîka kurdî di pirtûkekê de hatine berhevkirin

Pirtûka Repertuwara Gîtara Kurdî ku tê de kilam û akordên stranan ên bi kilamên kurdî …

Leave a Reply