Care caran li waran
Difikirim bi nalan
Welatê min bindest e
Çîya û deşt û zozan
Guhdarî nake însan
Gotinên rast û rêzan
Her diçin ser helakê
Bê qey şaşî para wan
Dinya bax û bîstan e
Tev zevî û çandin e
Ê xebatkar însan e
Qur’an jê re pêşrew e
Mi got gelî bawermend
Hun ji bo kê dikin ked
Diçe jîyan bê rawest
Vegerin ser şerîet
Welat êdî xerîbe
Bê Dîn û dad û maf e
Qêrîna azad’yê ye
Şer li we tev pîroz e
✒️ Seyîdxan Serferaz
📅10/10/26 – Cotmeh

