Evîndarên Nemir-Dilgeş Karaman

Ez û hevalekî xwe bi maşîneke reş em ji bajêr diçûn gund. Ku ne bûyereke xerab be em zivistanan tu carî naçin gundan. Ew roj bavê hevalê min nexweş bû. Divê em bi lez biçûna û me ew bianiya nexweşxaneya bajêr. Danê esir bû agahî hat ji me re. Em hê negihan nîvê rê tarî kete erdê. Maşîna me xerab bû. Me kir nekir maşîn nexebitî. Me got em telefon bikin bila hinek werin bi me ve. Lê mixabin telefonan nedikişand. Ji nişka ve dengek hate guhê me. Me li derdora xwe nihêrt tu tişt xwiya nedikir. Hinekî tirs kete dilê me. Wî car din bang li me kir:

“Hevalno derbasî be. Ez bawer im maşîna we xirabûye.”

Ev kes yekî ecêb bû. Pora wî ji ya jinan dirêjtir bû. Got:  “werin îşev bibin mêvanên me.” Hevalê min bi kelegirî axivî:  “Bavê min nexweş e. Divê em wî bînin û bibin bajêr.”

Wî bi xemgînî got:  “Çare tune divê hûn li benda şeveqê bimînin.” Ji bêçaretî me daxwaza wî pejirand.

Mala wî şikeft bû. Me xwarina xwe xwar û me jê pirsî :  “Tu di vê şikeftê de çi dikî ma mala te tune?”  Wî keserek ji kûr kişand û got: “berî sê salan ez û yekê dil ketin hev. Ji ber ku ola me ne yek bû malbatên me li dijî zewaca me derketin. Me jî biryar da û em reviyan.” Min got: “ ka hevjîna te?”  Wî got: “ karê wê heye wê niha were.” Hê gotina wî di devê wî de jineke wek heyvê dibiriqî kete nava şikeftê. Hat xêrhatin li me kir û çû pişt perdê ku pêjgeha wan bû ew der. Çayek ji me re çêkir û anî. Û li cem hevalê xwe rûnişt.

Ew qas xweşik bû ku me nikaribû çavê xwe ji ser bida alî. Me di dilê xwe de digot:  “ev keçika delal û ev zilamê kirêt.”  Weke ku dengê dilê me dibihîst got. “ hûn rast dibêjin.”  Rabû çû pişt perdeyê. Piştî demeke kin ji pişt perdeyê derket. Em çi bibînin xortekî qeşeng ku me yekî wisa qet nedîtibû. Bê qey ew çû û yekî din ji pişt perdeyê derket. Hat li cem hevjîna xwe rûnişt û got: “ma em li hev tên?” Bi rastî pir li hev dihatin. Ji nişka ve rabû ser piya. Got: “de em biçin nexweşê we li hêviya we ye.” Em matmayî man em ê çawa biçin. Bi awayekî jixwe bawer got: “ka hûn werin.” Dîsa pora xwe da serê xwe. Me ji jina wî xatir xwest û em ji şikeftê derketin. Deriyê maşînê vekir xebitand û got: “aku vala bûye.” Bi aliyê şikeftê ve çû. Piştî çend deqeyên din di destê wî de akuyek û hat aku guhert û got: “ de biçin riya we vekirî be.” Me jê re spas kir, me xatir xwest û em bi rê ketin.

Em hê jî matmayî ne madem bi erebê dizanibû çima ew qas em sekinandin. Hê gotina me di devê me de em çi bibînin. Dûmanek ji gund bilind dibe. Em çûn nava gund kesek sax nemaye. Leşkeran agir berdaye gund û her kes dane ber guleyan. Em ber bi mala bavê wî ve çûn. Bavê wî em dîtin û deng li me kir. Deng ji nav aviya ber malê dihat. Em ber bi wir ve çûn. Bavê wî di bin qirşikan de xwe veşartibû. Me ew hilgirt û em ji gund dûr ketin. Bavê wî got: “ çima hûn dereng man?” Me got: “maşîna me xerab bû.” Me serboriya xwe ji Kalo re got.

Bavê hevalê min bi kêfxweşî got: “ Xwedê hûn parastine, hûn di wextê xwe de bihatana hûn ê jî bihatana kuştin.”

Em nêzîkî wê şikeftê bûn. Em peya bûn ku biçin jê re spas bikin. Lê kes di şikeftê de tune bû. Alavên wan jî tê de tune bûn. Em matmayî man. Kalo got: “Kesê em parastine heman kes in. Li kêleka şikeftê binihêrin.”

Me nihêrt gorek li wir bû û li ber gorê du kêl hebûn.

Kalo got: “ev kes du şehîdên evîndar in. Berî sê salan ev her du dil dikevine hev. Lê ji ber ku olên wan ne yek bûn malbatên wan li dijî vê hatin. Ew jî reviyan hatin vê şikeftê. Berî mehekê di navbera heval û leşkeran de li vir şer derket. Wan jî alîkariya hevalan kir. Her du li vir şehît ketin. Leşker hatin ser bedenên wan kirin ku keçikê biherimînin. Lê ez û mezinên gund em hatin wir û me nehişt. Me ew şûştin û  me ew li vir bin ax kirin.”

Kalo hinek giriya û dîsa domand: “ ji bo ku me nehişt ew wan biherimînin û bişewitînin, êrîşî gund kirin her kes kuştin agir berdan gund.”

Kalo bi kelegirî got: “ wê keçikê ez birim nav aviyê û ez ji wan rizgar kirim û derman dane min ku niha ez baş im. Û ê ku we parast jî hevjînê wê bû.”

Em peya bûn çûn ser gora wan me fatîhayek xwend û em ji gund vegeriyan.

DILGEŞ KARAMAN

ÊLIH

Derbar Rêvebir

Check Also

7 Celeb Malbat

Gotara jêrîn, 7 celeb celebên malbatê vedibêje. Pêşî gotarê bixwînin û fêr bibin ka hûn …

Leave a Reply