Roviyê Dûvzengil

Hebû tûnebû go, pîrek û bizinek wê hebû. Pîrê her êvar, şîrê wê didota û dataniya bin merkebê. Rovîyek jî hîn bûbû, her êvar dihate şîrê pîrê vedixwar û diçû. Eger rojek bî, didu bî, sisê bî, hefteyek bî, rovî bi vî awayî şîrê pîrê vedixwar û diçû.

Li çolê, dema ku rovîyên din wî wesa bêdûv dîtin, henekên xwe bi wî kirin. Digotin:

“Qoto qoto deştê ve,

Gêsinê mîran pindê ve?”

Dema ku ev gotin dihate gotin, rovîyê me ber xwe diket, şerm dikir. Rovî zivirî çû ba pîrê, dûvê xwe jê xwest. Pîrê jî ji wî got: “De here şîrê min bîne, ez jî dûve te bidim.”

Rovî ji xwe ra got, ez çi bikim, çawa bikim? Got, ezê herim ba bizin. Rovî çû ba bizinê got:

“ Bizin, bizin şîr bide min,

Ez şîr bidim pîrê,

Pîrê dûvê mamê rovî bide?”

Bizinê got, “ez birçî me; here ji min ra çilo bîne ku ez şîr bidim te.”

Rovî çû ba darê ji wê ra got:

“Darê çilo bide,

çilo bidime bizinê,

bizin şîr bide,

şîr bidime pîrê,

pîrê dûvê mamê rovî bide.

Darê jî ji wî ra got: “here das bîne ku ez çilo bidime te.”

Rovî çû ba hedad. Got:

“Hedad das bide,

das bidime darê,

dar çilo bide,

çilo bidime bizinê,

bizin şîr bide,

şîr bidime pîrê,

pîrê dûvê mamê rovî bide?”

Hedad jî got, “here ji min ra hêkan bîne, ez das bidime te.”

Rovî çû ba mirîşkê. Got:

“Mirîşkê, hêk bide,

hêk bidime hedad,

hedad das bide,

das bidime darê,

dar çilo bide,

çilo bidime bizinê,

bizin şîr bide,

şîr bidime pîrê,

pîrê dûvê mamê rovî bide.”

Mirîşkê jî got, “here ji min ra qût bîne, ku ez hêk bidime te.”

Rovî çû ber Kewarê genim. Got:

“Kewar qût bide,

qût bidime mirîşkê,

mirîşk hêk bide,

hêk bidime Hedad,

hedad das bide,

das bidime darê,

dar çilo bide,

çilo bidime bizinê,

bizin şîr bide,

şîr bidime pîrê,

pîrê dûvê mamê rovî bide.”

Kewar jî got, “Qey çavê te rijaye, waye ez petixîme, here llepek rîx bîne li min bide?”

Rovî jî çû ba çêlekê. Got:

“Ho çêlekê rîx bide,

rîx li kewar bidim,

kewar qût bide,

qût bidime mirîşkê,

mirîşk hêk bide,

hêk bidime hedad,

hedad das bide,

das bidime darê,

dar çilo bide,

çilo bidime bizinê,

bizin şîr bide,

şîr bidime pîrê,

pîrê dûvê mamê rovî bide?”

Çêlekê jî got, “here ji min ra hinek ka bîne, ku ez rîx bidime te.”

Rovî diçe ba kadînê, dibêje:

“Kadîn, kadîn ka bide ,

ka bidime çêlek,

çêlek rîx bide,

rîx li kewarî bidim,

kewarî qût bide,

qût bidime mirîşkê,

mirîşk hêk bide,

hêk bidime hedad,

hedad das bide,

das bidime darê,

dar çilo bide,

çilo bidime bizinê,

bizin şîr bide,

şîr bidime pîrê,

pîrê dûvê mamê rovî bide?”

 

Berhevkar: Seîd VEROJ/Pirtûkên Zarokan, weş WAR)

Derbar Rêvebir

Check Also

“Min nekin qurbana teknolojiyê”

Berî her tiştî, ez dixwazim vê yekê bibêjim, ez li hember Instagram, Facebook an torên …

Leave a Reply