Di nav xewn û xeyalan de

Hinek şeva bi xewa re ez dixerbilim, hinek şeva jî çavê min nêne li ser hev, ez dikevim nav çol û çiyan di nav xeyalan de diçim û têm.

Xeyalên boş û betal, fikrên beredayî, tiştên ecêb têne mejiyê min, min jî eciz dikin lê ma mirov kane hişê xwe sinordar bike?

Xewde jî wiha ye, dema ez çavê xwe qurçdikim hema dest bi xewna dikim heta hişyarbûnê nav xewnan da fikrên xwe serbest berdidim. Dibe ku tiştên ku ez ditemisînim xewnê de dikemilînim. Lê pir dema xewn li min diherime, dema ku ez hişyar dibim ka ez raketime an jî raneketime ne eşkere ye.

Şikur ku hîn jî psîkolojiya min xerab nebûye lê di nav van xewn, xeyal û ramanan de min psîkolojiya xwe jî wenda bikira…hîn zor bû.

Hinek xeyal dikin û xeyalên xwe jî dijîn lê em tenê xeyal dikin! Xeyal sermayeya hejaran e. Bi xeyalan xwe teselî dikin û kêfa xwe tînin cih.

Dîsa şeveke wiha di nav bêxewîyê de ez difikirim lê bi fikrên tevlihevî difikirim û ji bo dîroka jiyana xwe re bîhêlim, ez dinivîsim.

 

Gernas Amedî

Derbar Çand Name

Check Also

Devoka Reşiyan

Kurdên xwecihî li Anatoliya Navîn (navenda Tirkiyê) Reben Celîkan NASANDINA DEVOKÊ YAN DEVERÊ BI KURTÎ …

Leave a Reply