Ji Weşanxaneya Na du pirtûkên nû Derketin

DÎWANEKA CIWAN

GULBIHAR

NIVÎSKAR:ÎKRAM BABAN

Îkram Baban ji deryaya helbesta klasîk a kurdî têra xwe siûd wergirtîye lê di heman demê de dirûvê helbesta wî klasîk jî be têra xwe ji helbesta modern jî tehmijîye. Ji hemû kesî nayê helbesteke klasîk lê serkeftî bihûne. Lê Îkram ev yek pêk anîye, yanî ji hêla teknîka helbesta klasîk ve helbestên kêmqisûr bexşî edebiyata kurdî kirine. Kurdîyeke hema hema bêqisûr û bi çêja devoka Serhedê bi kar anîye di helbesta xwe de. Helbesta wî ne bi newasazîyê (erûzê) ye, li ser kîteyan (movikan) hatîye ristin. Tercîha Îkram a vî terzê helbesta bikîte li gorî ya bierûzê qet ji herikbarîyê tiştek kêm nekirîye, berevajî vê yekê ekleke xwezayî daye helbestê. Yanî helbesteke ne xweguvaştî û asê ye.

Îmajên xwert û bibandor bi dest xistine lê li gel vê yekê jî ne mirov li têgihiştina wan resiman dilikûme ne jî li xwendina zimanê helbestê hilditerpile. Aliqandin li dera hanê herikbarîyeke henûn bi destê xwendevanî digire dema dikeve nav lepên pêlan ên vê (hel)bestê.

Qasimê Xelîl

 

Dîwaneka Ciwan

Gulbihar

Helbest

Nivîskar: Îkram Baban

64 rûpel

2023

www.nayayinlari.com

HEYVÎN ÇIMA RANAZÊ?

NIVÎSKAR:SIYA SÎTAV

Ji bo zarokên ranazên pirtûka me gihişt hewarê.

Bi kurmanciyeke delal, ji pênûsa SIYA SÎTAV  “Heyvin Çima Ranazê”

Dîya Heyvîn dixwaze Heyvînê bike xewê. Lê Heyvîn digirî ranazê. Ajalên cîran, Legleg,mirîşk,çelek,beq alîkariya diya Heyvînê dikin ku Heyvînê bikin xewê. Gelo Heyvîn wê  çawa razê?”

 

 

Heyvîn Çima Ranazê?

Zarok

20×20 cm

Dirûtî

Nivîskar: Sîya Sîtav

Wêne: Esma Ak

16 rûpel

Wêneyê Xêzkiriyê Yên Taybet

120 gr Kaxizê Hevîrê 1.

2023

 

Derbar Çand Name

Check Also

4 kitabê kirmanckî veciyay

Weşanxaneyê Vate çar kitabê newey vetî. Înan ra yew şiîr, yew tez, yew folklor û …

Leave a Reply