Heyva adarê rojên taybet pîroz in,
Çavên miletê mafê jiyanê derdestî bûnin,
Bi dilgermî hêviya bîstûyekê adarê ne,
Germa newrozê rih dike xweza jiyan xweş dibe.
Pir zor e ew bihara ku tu li bendêyî
û terîfa wê germê dikî.
Tu ketî quncikê ada xwe, û biliyê
fikrên xwe bûyî.
Qey te nizanîbû mêjî qirêjan re bûye xû,
te rihet bernadin.
Xwe nenas hînê jiyana bindestî bûnin
û bi desthilatdaran re hevalin.
Te ji bo xwe wekî xizmetkar û
berheva abirî divînin.
Ji dûrî de bangê te dikin, de rabe,
titûna cixara min qediya, te
xwe li kêderê de dîsa biliyê
nehatinê kiriye.
Xwastekên xwe bi kîn daxwez dikin.
Bi vingîna mozqirtên bi jerî
te ji quncikê şikeftê de davêjin derve.
Destê te ê nasirgirtî diricifin û çavên te
şîqal girtine navînin.
Xema kesî nîne qidûm di çokên
te de nemanin.
Nêrîna bêkedan de, tu tim cîwanî û
wekî xortekî çeleng biroj cotkarî
û şevên tarî de dora şevîna pez digrî,
ji gurên dijwar sewalan biparêzî,
bûyî payêrvanê bê heq.
Ax sermaya derê biharê hukmên wî
li kezeba mirovan dibe û gurçik
di bedenê de diqefilîn.
De were newroz germa agir bila lebatan
di bedena minde qefilandî nehêle,
ji bona bêkesan zindî berxwedim.
Navê gulên renga rengî, li bê navan
bikin û behnû rengê wan, bibin
oksîjena jiyanê.
Pêşeroja zarokên me bi ewlekarî bin,
dibistan bibin qada perwerde.
Zanistî bibe şeklê jiyana wekhevî, û
dad bibe hekem, hezkirin bibe sirûşta
bi berhevî tu kesekî bê par nemînin.
Behçet Ateş-02-12-2023