Ey Xweda

 

Me alaya mirovahiye bilind kir
Tu nehêle ku dakevê, ey Xweda
Me kelha dadê ava kir
Tu nehêle ku hilweşê, ey Xweda
Me ji dîn û zanîne şûr û mertal çêkirin
Tu şûrên me tûj, mertalên me bihêz bike, ey Xweda
Ev xak, bi namus û rûmetê hatiye avdan
Tu bêrûmet neke, ey Xweda
Ev welat nîşana fermana Te ye
Tu bêferman nehêle, ey Xweda
Ev azadiya ku Te daye me
Da tu kes ji destê me dernexê, ey Xweda
Ev av û çem, ev çiya û zozan
Tu bê mirov nehêle, ey Xweda
Tu biparêze ey Xweda, vê jiyana azad
Ji destê dagirker, mêtînger û sîtembaran

Vê sirûşta ku tenê ji te re secde dike
Tu paqij bihêle, ey Xweda
Ji van bendeyên ku tenê ji Te re serî ditewenê re
Tu temenekî biadan bide, ey Xweda
Ey Xweda, ev xaka Kurdistan e
Warê mazlum û şehîdan e
Li ser rûye cihanê tenê kurd bê dewlet mane
Tu dewleteke serbixwe diyar bike, ey Xweda
Ev ax şûnwarê peyxemberan e, ev mirov neviyên
Selahaddîn in
Tu Qudsê nû bi destên wan azad bike, ey Xweda
Her kurdek amadeye ji bo bilindkirina alaya Te
Tu ji alaya kurdan bilind bike, ey Xweda
Ev erd, maka Cudî, Dîjle û Firat e
Ev erd kaniya kurd, siryan, ermen, ereb û farisan e

Ji vê xaka dîrokî zaye, zanist û şaristanî
Tu ji çavnebaran, ji çavbirçiyan biparêze, ey Xweda
Ev can, ev dil, ev hiş wek kaniya zelal û pak in
Tu her dem serfîraz bike, ey Xweda
Ne tirk û ereb û faris im
Ne jî dizanim farisî û erebî û tirkî
Kurdekî serbilid û mêrxas im
Zimanê min kurdiye, ayetek ji ayetên Te ye, ey Xweda
Dilazad im, dixwazim jiyanek azad û bextewar
Tu me bê azadî nehêle, ey Xweda

DILAZAD A.R.T
dilazadart@gmail.com

About Dilazad ART

DILAZAD A.R.T (Jiyan û Berhem) Li ser çand û hûner û weje û sînemayê dixebitê. Nivîs û helbest û lêkolînen nivîskar di kovar û malperên Kurdî û Tirki de hatine weşandin. Bi zimanê zikmakî re (Kurdî) zimanê Tirkî û hinekî Îngilîzî jî dizanê. Nivîs û lêkolîn û helbestên Dilazad A.R.T di kovarên Nûbihar, Çirûsk, Nûpelda, Pengav, Heftreng, Keskesor, Nûdem (Qamişlo), Folklora Kurdan, Çandname, Bernamegeh, Sînemaya Serbixwe, Temaşe, Zaningeh, Bûyer (Qamişlo), The Hall Kurdî, The Raising of Kurds, Utopya, Artos, Tigrîs, Ufuk Penceresi, Ortak Zemin, Dava, Gizli Azizler, Rengîn, Besni Ekspres, OkuYorum, YazıYorum, DüşünYorum, Kalemyâr, Ramazan 2022, Ramazan 2024 û TigrisSophia de hatine weşandin. Xebatên Dilazad A.R.T di malperên wek zaningeh.net, nucehaber.com, newroz.com, nubihar.com, thehallkurdi.com, theraisingofkurds.com, candname.com, niviskar.org, zehraportal.com, hurbakis.net, antoloji.com, edebiyatdefteri.com, de hatine (an têne) weşandin. Di bin siya Zanîngeh Akademi de xebatên dokumenterî, klîp û fîlman amade dike. Berpirsyarê Giştî ê Zanîngeh Akademî ye. Filmografî Dokumenter 1- Dom – Şêwirmend 2- Bûkên Sûri – Senaryo 3- Fotograf – Senaryo, Derhenêr Kurtefilm 1- Hêvî – Senaryo, Derhenêr 2- Yanlış Bilgi – Senaryo, Derhenêr 3- Mîras – Senaryo, Derhenêr Wekî dî di saziyên sivîl yên civakî de aktîv dixebitê. Saziyên Sivîl yen Civakî 1- Mezopotamya Sanat Derneği – Pêşewa (Serok) 2- NuspekDer – Endamê Reveberiye 3- Piling Spor Kulubü – Endamê Reveberiye 4- Mezopotamya Barış Akademisi – Pêşewa (Serok) 5- Mezopotamya Kültürel Miras Araştırmaları – Pêşewa (Serok) Heta niha 55 pirtûk weşandine. (31ê Kanuna 2024) BERHEMÊN KURDÎ 1- Destana Evînê, 2010, 2- Ramanên Azad, 2010, 3- Tûrik, 2011, 4- Winda, 2012, 5- Lêkolînên Kurdî I, 2013, 6- Lêkolînên Kurdî II, 2013, 7- Tûrikê Çîrokan, 2015, 8- Çanda Xwarinê, 2016, 9- Lêkolînên Kurdî III, 2017, 10- Helbestên Binbêjingê, 2017, 11- Bexçê Çîrokan, 2017, 12- Çîrokên Şevên Direj, 2017, 13- Demsala Pirpirînkên Azadiyê, 2017, 14- Sînemaya Cîhanê, 2017, 15- Sînemaya Kurdî, 2017, 16- Kaos 2.0, 2018, 17- Destpêk û Dîroka Sînemayê, 2018, 18- Kurdîpedîa, 2019, 19- Lêkolînên Folklorê I, 2019, 20- Lêkolînên Folklorê II, 2019, 21- Lêkolînên Folklorê III, 2020, 22- Tenê Guhdariya Bêdengiyê Dikim, 2020, 23- Dengvedana Derengmayî, 2021, 24- Destpêk û Dîroka Sînemaya Kurdî, 2022, 25- Reşbelek, 2023, 26- Felsefe Şoreşa Hiş û Rêya Rastiye, 2024 Berhemên Ku Wergerandine Kurdî 1- Rîsala Aborîye, 2010, 2- Wateyên 12 Suretên Qur’an a Pîroz, 2011. PIRTÛKÊN TIRKÎ 1- Nûpelda, 2001, II. Baskı 2012, 2- Taşa Yazı Yazmak, 2010, 3- Kurşunlar Yürek Ağlattı, 2011, 4- Yolcu, 2011, 5- ġagird, 2012, 6- Başkaldırı Şiirleri, 2012, 7- Dijle‟nin Çocukları, 2012, 8- 35 Bomba Roboskî, 2012, 9- Dom Kayıp Kavim, 2017, 10- Üçüncü Cephe, 2017, 11- Kürt Sendromu, 2017, 12- Komist, 2017, 13- Şemamok Kokusu, 2017, 14- Corduene Tabletleri, 2018, 15- Papyrus, 2018, 16- Karantina Günlerinde, 2020, 17- Yeni Bir Bakış Açısı İnşa Etmek, 2020, 18- Vahşi Toplumlar, 2021, 19- Sosyolojik Analizler, Ekim 2021, 20- Sosyolojik Analizler II, Kasım 2021, 21- Sosyolojik Analizler III, Aralık 2021, 22- Peripatetik Retorika, Ocak 2022, 23- Tabula Rasa, Şubat 2022, 24- Aile Olabilmek, Mart 2022, 25- Eğitim Üzerine Araştırmalar, Ocak 2023, 26- Apologia, Mayıs 2023, 27- Mimesis, Haziran 2023.

Check Also

Ne Hewla Mîr Meyla Mîr

Mîr, bi ehlê diwana xwe ve derketibî, li nava bajêr digeriya. Venêrîna sûk û bazar …

Bersivekê Binivîsêne

Epeyama we nayê weşandin. Required fields are marked *