Te nedît vê zalimê hez te nekir
Derîyê eşq û evînê te ra venekir
Hûndurê te tiji hêstir û xwîn kir
Ji bîr bike wé zalimê dilo ji bîr bike
Zanim hincaran tê hiş bivê-nevê
Heram diki xewin şirin nivê şevê
Besse êdî besse ne qahire jibo wê
Ji bîr bike wê zalimê dilo ji bîr bike
Çi bikin qeder nenivîsiye li ser enî
Evînatî herame jibo vî dilê rebenî
Jiyan dewam diki divê edi bikenî
Ji bîr bike wê zalimê dilo ji bîr bike
Ömer KURT
www.candname.com