Lokman Polat

Lokman Polat nivîskarekî Kurd ê navdar e, ku di 1ê Cotmeha 1956an de li navçeya Licê ya Amedê (Diyarbekirê) ji dayik bûye. Wî xwendina xwe ya destpêkê, navîn û lîseyê li Licê qedandiye. Di ciwaniya xwe de, di sala 1975an de, wî li Licê yekem rêxistina civakî ya bi navê Lik-Der damezrandiye û serokatiya wê kiriye. Ji ber rewşa siyasî, di sala 1984an de koçî Swêdê kiriye û li wir bi cih bûye. Li Swêdê, Lokman Polat dest bi nivîsandina çîrokên kurt kiriye û di rojname û kovarên cihê de berhemên wî hatine weşandin. Ew yek ji damezrînerên Komela Nivîskarên Kurd e û endamê PENa Navneteweyî û Yekîtiya Nivîskarên Swêdê ye. Polat zewicî ye û bavê çar zarokan e (Sertaç, Şiro, Berîn û Hulya). Polat mirovekî xebatkar, wêjehez û azadîxwaz e, ku bi zimanê Kurdî û bi xebatên xwe yên li ser çand û edebiyata Kurdî tê nasîn. Lokman Polat nivîskarekî pirberhem e, ku heta niha 14 pirtûkên wî hatine weşandin; 4 ji wan bi Tirkî û 10 bi Kurdî ne. Berhemên wî yên Kurdî di nav xwe de 3 roman, 7 pirtûkên çîrokên kurt, pirtûkên helbestan û lêkolînan digirin. Wî herwiha 4 pirtûkên zarokan wergerandine Kurdî û kovarên bi navên Helwest (li Stockholmê) û Ronî (li Stenbolê) weşandine. Berhemên wî bi piranî li Stockholmê hatine çapkirin

Rexnegirî gulîstana zanînê ye -1-

Edebiyat/wêje bi rexneyê pêş dikeve, dikemile, dewlemend dibe. Lêbelê rexne divê rexneyeke çêker be, nekû xirabker be. Rexneyên rexnekujan, pênûsşoran tu feydeyeke nade edebiyata kurdî. Rexneyên çêker, analîzên îlmî zanîstî edebîyata kurdî xurt dike. Di welatê ku têde minaqeşe tunebe, pêşveçûna ramanê çênabe. Di nav civakên paştemayî de, ji bo …

Read More »

Amîn Maalouf û romana wî “SEMERKANT”

Di nav edebiyata cîhanê de gelek berhemên edebî hene gava mirov wan dixwîne xweşiyekê jê dibîne. Bi xwendina wan berheman mirov gelek tiştan fêr dibe. Romana SEMERKANT (bi erebî: Semerqend) jî berhemek weha ye. Beriya ku em bikevin nav rûpelên romanê û tê de gereke dirêj bikin û biçin rojhilatê, …

Read More »

Gulîstana Çîrokan

Çawa ku di hêla ziman, çand û edebiyata kurdî de kurdên li Swêdê serî dikşînin, herweha di hêla afirandina pirtûkên perwerdeyê yên bi kurdî de jî mamosteyên kurd yên li Swêd  pêşkêşiya kar û xebata perwerdeyê jî pêk tînin. Li Swêdê bi nave “Navenda Pedagojîya Kurdî – Kurdiska Pedagogisk Centrum” …

Read More »

Serpêhatiyên Sofî Remo

Nivîskar û zimanzanê kurd Mela Beşîr, gelek pirtûkên hêja li kurdî wergerandiye. Çîrokên folklorîk yên gelêrî berhev kiriye û romaneke bi nave “Sofî Remo” nivîsiye. Beşîr ji hêla nivîs nivîsînê de gelek jîr e. Di weşan û malperên kurdî de gotar – meqale – û şîroveyên wî bi navê wî …

Read More »

Ala Dewleta Tirk ya Dewleta Bizansê ye

Niha li Tirkiyê minaqeşe li ser ala fermî a dewleta komara Tirkiyê heye. Hinek dibêjin ”Ev al ala dewletê ye” û hinek jî dibêjin ”Ev al ala netewa tirk e. Bi xwîna leşkerên tirk hatiye pêkanîn.” Hinek siyasetmedarên kurd jî dibêjin “Al ala tirkan û kurdane.” Dewleta komara Tirkiyê li …

Read More »

Çima Kurd Bi Zimanê Serdestan Dinivîsin?

Me di salên nodî de li Swêdê minaqeşeya nivîskarên kokkurd ku bi kurdî nanivîsîn, lê bi zimanê dewletên dagirker (wekî tirkî, arebî, farisî) û herweha bi zimanên din (wekî rusî, almanî, fransî, swêdî, îngilîzî) dinivîsin nivîskarên kurdin yan na? dikir. Di kovara “Helwest” û kovara “Nûdem”ê de gelek nivîsên derbarê …

Read More »

Daxuyaniyek Ji Bo Nivîskarên Jin ên Kurd

Xanima delal, Ez bi navê ”Di edebiyata kurdî de Nivîskarên Jin” pirtûkeke  amade dikim. Ez dixwazim di pirtûkê de cih bidime cenabê te jî. Ji kerema xwe pirsên hevpeyvînê yên li jêr bibersivîne û ji min re bişîne. Ez ê bersîvên we pêşî di malpera Çandname de û paşê weke …

Read More »

Xezal

Kurdên Sovyeta berê (Kurdên Kafkasyayê) berhemên xwe bi tîpên Krilî dinivîsînin. Wan hetanî niha gelek berhemên çandî, edebî, lêkolînî û dîrokî afirandine. Di van çend salên dawîn de hinek berhemên wan bi metoda Transkrîpsiyonê ji alfabeya Krilî kirin alfabeya Latînî. Ev kar û xebat ji bo çand û zimanê Kurdî …

Read More »

Romana dema Merwaniyên kurd ‘ÇIYAYÎ’

Niha li Tirkiyê romanên ku li ser bûyerên dîrokî hatine hunandin herî pir têne firotin. Li Kurdistanê rewş çawane ez baş nizanim, lêbelê diyare di nav xwendevanên kurd de jî balkêşiyeke li ser romanên ku mijara wan demeke dîroka kurdanin heye. Çend romanên nivîskarên kurd ku mijara wan bûyerên dîrokîne …

Read More »

Pirtûka Çîrokên Sosyolojiya Civakê

Di dema salên nodî de li bakurê Kurdistanê hindik kes bi edebiyatê ve mijûl dibûn û hejmara kesên ku bi kurdî dinivîsî kêm bû. Lê, piştî sala duhezarî hejmara kesên ku bi edebiyatê ve mijûl dibin û herweha hejmara kesên ku bi kurdî dinivîsin zêde bû. Ev jî keyfxweşiyek e …

Read More »