Helbestên Jana Seyda “Şeva Tarî”

Min du pirtûkên nivîskara jin a ji rojavayê Kurdistanê Jana Seyda xist dorê ku ez bixwînim. Beriya pirtûkên wê min dest bi xwendina romana Selîm Berekat a bi navê ”Feqiyên Tariyê” kir. Min mêze kir ku Jana Seyda wê romana Selîm Berekat ji arebî wergerandiye kurdî. Selîm Berekat kurdekî nivîskarê zimanê arebî ye, heta 70 saliya xwe/niha 70 saliye/ qet yek gotareke jî bi kurdî nenivîsiye lê di hinek masmediya kurdî/kurdan de gelek pesnê wî didin. Jana Seyda jî nivîskara kurd e, tim bi kurdî nivîsiye û dinivîse, 4 pirtûkên kurdî, helbest û romaneka kurdî weşandiye, lê di masmediya kurdî de pesnê wê li cihek bihêlin kesek behsa wê û berhemên wê yên bi kurdî nekiriye. Bi ya min divê ji Selîm Berekat pirtir pesnê wê bihatana kirin, qala berhemên wê bihata kirin.

Jana Seyda Ji Amudê ye. Li Helebê Unîversîte/Zanko xwendiye. Di gelek weşanên kurdî de gotarên wê, nivîsên wê yên curbecur hatine weşandin. Ew digel nivîsîna helbest û romana kurdî  karê wergerê jî dike. Min romana wê jî kiriye, ez ê derbarê romana wê de jî binivîsim û di pirtûka xwe ya ku niha amade dikim ya bi navê ”30 Romanên Kurdî” a derbarê danasîn, nirxandin û şîroveyên romanên kurdî de biweşînim.

Pirtûka wê ya helbestan ”Şeva Dawî” pirtûka wê ya yekem e. Di nav weşanên ”Avesta” de li Stenbolê derketiye. Pirtûk 78 rûpel e. Ji sê beşan pêk tê. Sernavê beşan; Demsal, Pirs? Û Bersîv e. Di pirtûkê de 42 helbest hene. Ez ê behsa ne hemû, ya çend helbestan bikim.

Jana Seyda pirtûka xwe diyarî ji bo diya xwe, bavê xwe û Jan Dost kiriye. Wê helbesta pêşîn/yekem ji bo diya xwe nivîsiye. Jana seyda li ser padîşahê kurd  Siltan Selahadînê Eyubî ku Qudusê/Jarusalemê fetih kiribû û li ser Mahabadê jî helbest nivîsiye. Di pirtûka wê de helbestên evînî jî hene.

”Herdu tenê bûn

Di wê şeva tarî de

Ezman bi awazên xweş

Stranên evînê digotin

Bêdeng lê guhdar dikir

Wî jê re ji her baxî

Guleke evînê diçinî.

……..” Rûpel / 28.

Di pirtûka wê ya helbestan de li ser tenêtiyê, rêwîtiyê, xemgîniyê, bêdengiyê, kurdayetiyê û gelek mijarên din helbest hene. Di beşa sernivîsa wê ”Pirs?”e de gelek pirsên baş û balkêş hene. Dibêje :

”Bayê evînê porê min

Tev dida

An tiliyên te bûn?

………………………

Baxçe ye dilê te

Çima têra guleke

Nake?

Helbestên Jana Seyda û herweha romana wê jî hêjayê xwendinê ne. Ji rojavayê Kurdistanê gelek nivîskarên hêja ên jin hene, Jana Seyda jî yek ji wan e. Divê xwendevanên kurd berhemên wê bixwînin û rexnegirên wêjeya kurdî jî romana wê binirxînin.

Lokman Polat 

About Çand Name

Edîtorê malperê - 1 (Nivîsa bar dike, sererast dike û diweşîne)

Check Also

Ne Hewla Mîr Meyla Mîr

Mîr, bi ehlê diwana xwe ve derketibî, li nava bajêr digeriya. Venêrîna sûk û bazar …

Bersivekê Binivîsêne

Epeyama we nayê weşandin. Required fields are marked *