Kilamên dengbêjan hêjî li deşta Mûşê deng vedidin

Çanda Dengbêjiyê, hîmê esasî yê çanda Kurdan e û tevî hemû zor û zehmetiyan hêjî hewl dide li ser piyan bimîne. Di nava denbgêjan de jî cihê dengbêjên herêma Serhedê gelek cihe ye. Yek ji van jî Dengbêj Mihemedê Mûşî ye. Dengbêj Mihemedê Mûşî bi dengê xwe yê zîz û zelal berê me dide nava xevn û xeyalên berê.

Kilamên dengbêjan hêjî li deşta Mûşê deng vedidin - Klamen dengbejan heji li desta Muse deng vedidin 1
Dengbêj Mihemedê Mûşî

Dengbêj, di klamên xwe de her tim qala evîn, hesret, şer û serpêhatiyan dikin. Ew di demên berê de gund bi gund digeriyan û bi şevan çîrok digotin. Saya çanda dengbêjiyê gelek hêmanên aydê çanda Kurdan jî ji windabûnê rizgar bûne û karîne xwe bigihînin roja me ya îro.

Dengbêj Mihemedê Mûşî li gundê Xelê yê bi ser navçeya Kopê ya Mûşê jiyan dike. Dema em ji bo nûçeyekê li Kopê bûn, di qehwexaneyekî de bi tesaduf em rastî wî hatin. Piştî sohbeteke kin, vî kalemêrê 67 salî xatirê me ne şikand û ji me re kilameke Şahê dengbêjan Şakiro got.

Kilamên dengbêjan hêjî li deşta Mûşê deng vedidin - Klamen dengbejan heji li desta Muse deng vedidin 2

Li van devaran dema ku dengbêj dest bi gotina kilaman dikin, sevta wan li nava deşt û çiyan deng vedide. Her newayekî dengbêjan wekî kulîlkeke rengîn li deşta Mûşê dibişkive.

Kerembikin di nûçeya me ya bi vîdeoyê de guh bidin Dengbêj Mihemedê Mûşî.

Serhednews.com

About ziman

Edîtorê malperê - 2 (Nivîs sererastkirin û weşandinê dike)

Check Also

Hinek leyîstokên Kurdan ên kevnar

Kerkê Kerajo Kerkê kerajoyê di navbera du tîman de tê leyîstîn. Divê her timek ji …

Bersivekê Binivîsêne

Epeyama we nayê weşandin. Required fields are marked *