Tu bûyî guldêxwînek û ketî şaneşîna umra min. Dîsa hinek dihatin û agir dibarandin di ser deşta Geverê de. Dîsa hinek dihatin bi top û tifingên xwe Şemzînana min dorpêç dikirin. Dîsa hinek dihatin bi gef û tahdeyan, Çêleya min a şêrîn ditirsandin. Dîsa hinek dihatin û bombebaran dikirin çiyayên min ên Çolemêrgê.
Dayika min digot: Metirse kurê min! Metirse giyanê min. Metirse ruhê min. Lê dîsa jî ez ditirsîm. Dua û lavayên dayîka min nedikarin min biparêzin û tora xofê li ser dilê min rakin.
Çima ku ew rebena Xwedê, bixwe ditirsiya. Jixwe tenê bûbû kulmek tirs û xof; dicirifiya bi porê xwe yê gewr û spî ve. Dayîka min ne dikarî min biparêze li hember êrîşên êrîşkaran ne jî dikarî xwe biparêze. Xeyrî Xwedê tu kesî me tune bû ku tim jî wisa bû.
Bêhna tirsê belav dibû li kûçe û kolanên bajarên min. Kevir hîn reş dibûn, ax ziwa û stû şikestî. Malan bar dikir ji derûniya min de. Min nedikarî li hember barkiran derkevim. Yên diçûn, diçûn û carek din jî venedigeriyan. Ger ku veger dibû; ne me yên vedigerî nas dikir ne jî wan em nas dikirin. Êdî aferîde û mehlûqên ecêb bûn. Nanê me ji hevdu veqetiya bû ji mêj ve, belawela û dûrê aqilan.
Min nedikarî tirs û xofên ên em esîrgirtî binivîsim yan jî bilêv bikira. Du zimanên me hebûn; yê mezin jê kirî bûn, yê biçûk jî me daqurtandî bû. Lal bûbûn qehremanên min û ji me xeyidîbûn û çûbûn. Ji hev de ketî bûn hevalên min ên xeyalî. Têk çûbûn dost û yarên min. Wêrekiya Hezretî Elî di pirtûkên cengan de mabû. Kawayê Hesinkar di bin tariya dîrokê de wenda bûbû. Rûstemê Zal tenê navekî li ber jibîrbûnê bû.
Me rêyên xwe radestî çiya û baniyan kirî bû. Tim çûyîn hêsan, mayîn dijwar bû. Ji bo çûyînê hezar sedem hebû, ji bo mayînê berdel giran bû. Û rûyê xwe ber bi çiyan dikir û digiriya rebena dayîka min: Gever bi Gever, Şemzînan bi Şemzînan, Çêle bi Çêle, Çolemêrg bi Çolemêrg. Digîriya dayîka min bi Ûbeydullah Nehrî ve, bi Seyîd Abdûlkadîr ve, bi Seyîd Taha ve û bi yên din ve. Digîriya dîroka gelê min…
Her kes di agirê xwe de diqewîriya, her kes bi êşên xwe mezin dibû, her kes bi birînên xwe li ser pîyan dima. Jixwe wekî din çarenûsa me tune bû. Dayika min roj niviştên cûr bi cûr bi stûya min ve dikir, şev dibû benê niviştên dayîka min diqetiya, nivîsa niviştên dayika min dişewitiya. Ez bi sêwîbûna xwe ya dîrokî dihesiyam. Diqîriyam: Tu di can û giyanê xwe bişewitî dîrok! Tu bibî gora hêsirên şer û şepalên min, şervan û agitên min, leheng û şoreşvanên min, gorbihuşt û şehîdên min.
Li ber stûyê min qulqulî dibû, mîna şikefteke tarî bi tirs û xof. Me bi tirs û xofan çavên xwe vedikir, bi tirs xofan çavên xwe digirt. Di navbera çiyayên me de asê dima Çolemêrg. Paşê bajarokên min ên din lawaz diketin, dilê min zîz dibû û min dilorand:
Dibû kedereke şevînî Gevera rengîn.
Dibû qêrîneke qetranî Şemzînana şêrîn.
Dibû kemîneke nehênî Çêleya hêmîn.
Dibû çîyekî xalî Çolemêrga zêrîn.
Gotara berê: Rabe Xanî – Şeban Silêman
Gotarên Têkildar
Mehmet Öncü: Pêşî min bi tomarkiriyê ve dest pê kiriye!

