Pesn û Prestîj

Helbestvan, hestyar in, diltenek in, bandor zû li wan tê. Têkilîyên mirovan pêşî bandorê li wan dikin. Ne di nav têkilîyên de bin jî xwe dixin şûna dilên evîndaran, xwe dixin navenda hestên belayê. Bûyerên civakê berî herkesî li wan diqelibin. Ne di nav bûyeran de bin jî xwe dikin dest, ling û mêjîyê civakê. Bi peyvên efsûnî xwe bi wan re dike yek.  Her yek xwe di helbestvan de dibîne.

Helbestvan jî bandorkerê civakê ye. Bi peyv û gotinên xwe yên edebî hest û hişê civakê diguherîne. Ev bandor û guhertin hertim ne erênî ye lewra ji ber hunerên edebî rastî û durîstî rebeneke windayî ye.

Di helbestan de bêtir pesnên kê têkirin? Ji serdema antîk ve heta niha bêtir pesnê mirovan û nîmetên dinyayî hatine kirin: bedenên xweşik, evînên beşerî, mal û milkê dinyayê, Her çiqas hinek helbestvan pesnê Xwedê, û resûlên Wî dabin jî ew helbest jî weke bawermendan hindik in. Helbet ji bawermendan re  ya rast nepiranî ye, rastî û duristî ye. Îcar pesndana çi ku ji Rebbê aleman bêtir an jî weke Wî bêkirin, şaşî û neheqî ye lewra dema helbestvan an jî stranbêj bi piroleyî û zêdegavî pesnê kesekî/tiştekî afirandî dike xwe dike koleyê wî tiştî/kesî. Li dijî vê mirov çiqasî pesnê Xwedê bide lê ne zêde ye û fêde li mirov dibe lewra ew Hamîd e: Yê ku bêtir pesnê heq dike û pesnê Wî dibe.

Prestîja dil bi gotin û tevgeran derdikeve holê. Berê mirov li ku / kê be bêtir pesnên mirov jî di derheqê wî tiştî / kesî de ye. Di helbestan de û herweha di stranan de jî mixabin prestîja hunermendan bi tevayî ji evînên beşerî re ne. Prestîja mirov, wêneya hezkirina dilê mirov e. Çawa helbestvaneke bawermend bi duayan bang li Rebbê xwe bike, dengê xwe bibêyê û jê bixwaze; helbestvan û stranbêjên şaş û windayî jî bi pesnên pirole prestîjê ji tiştên pûç, vala û demborî re dikin. Herdu jî prestij in. Mirov ji çi bawer bike ew pê şêrîn dibe. Hunerên edebî, ji bo pesnên zêdegavî û ji bo prestîja rastî tê de nixumandî, xapandineke xemilandî ye. Jixwe şeytan jî ji xwe re li tiştekî wisa digere!

Barê stranbêjan giran e dema ku li hemberî mirovan prestîjê li xwe dicivînin. Ewqas hezkirin û prestîj, zêdeyî wan e lewra neheqîyê pêşî li xwe dikin û barê xwe giran dikin.  Helbestvanê yek dinyayî, ji bo bigihê yara xwe gotinên xemilandî û efsûnî dikire. Di rastîyê de ew yar nikare raje barê wan peyv û gotinên pesna bi derewan lewra helbestvan pesnê dilê xwe dide, prestîjî xwe dibe, weke îlahekî ji xwe hez dike. Di dîlan û dawetan de stranbêj mirovan dawetî zêdegavî û prestîja xwe dikin. Pozbilindîya hunermend, daxwazeke xwedayî ye.

Helbestvan ji bo ku dilgeşîya xwe ava bike, dide dûv hêzeke peyvî. Ji bo armanca dilê xwe dikare her risteyê saz bike. Ji bo bandorê li ser yarê / xwendekaran bike dikare hemû ahengan bi karbîne. Ji bo xweşiktîyeke dilketinê dikare xwe bike canbazê peyvan lê yê ku hezkirin û xweşikîyê, dixe dil ji bîra dikin. Hez kirin û xweşikîya her hunerê nakeve dilê herkesî. Daxwazên gelek helbesvan û stranbêjan, duayên ji dil in lê navnîşana wan çewt e.

Mirov bahsa çi bike, dixwaze ew tişt di rojevê de be. Hunermendên ku xwe teslîmî Xwedê kirine hertim hebûn, huner, zanist û daxwaza Xwedê tînin bîra mirovan. Nadin dûv daxwazên demborî. Bi tevger û hunera xwe rojeveke Îslamî peyde dikin. Hunera wan di xizmeta rêya Wî de, ye. Ne bi zêdegavî ne bi bitirî.

Gotara berê:

Gotarên Têkildar

Çîroka Çar Bajaran

Mehmet Öncü: Pêşî min bi tomarkiriyê ve dest pê kiriye!

Kî Bizewice Kerîz e?

Tarîtî û Ronahî

Bedîuzzeman û Zimanê Dayikê: Nasname, Perwerde û Pirzimanî

Şîroveyekê bihêle