NASNAME û ZIMAN – MELA HUSEYN ÊSÎ

Bi navê Ellah Teala yê Bexşende û Mihrîban
Di vê serdemê de, mijara ziman û nasnameya gelan bûye yek ji mijarên ku gelek tê gotin û tê nivîsandin. Carinan ev mijar bi hest û hisan tê nîqaşkirin, carinan jî li gorî berjewendiyên siyasî tê nirxandin. Ji ber vê yekê, gelek caran heqîqet di nav gotinên dijber de winda dibe û pirsên herî giring bêbersiv dimînin.

Qur’ana Pîroz di vê mijarê de çi dibêje?
Ev rîsale ji bo bersiva vê pirsê hatiye amadekirin. Armanca wê ne parêzvaniya ramaneke siyasî ye û ne jî bangewaziya neteweperestiyê ye. Armanca wê ew e ku mijara ziman, nasname û cudabûna gelan tenê bi pîvana Qur’ana Pîroz were nirxandin.


“Afirandina ezmanan û erdê û cudabûna ziman û rengên we ji nîşaneyên Wî ne. Bi rastî di vê de ji bo yên zana gelek nîşan hene” (Er-Rûm, 30:22).
Ev ayeta pîroz bingeha rastiyekî mezin e ji wan rastiyên ku Qur’ana Pîroz nîşan dide: cudabûna zimanan û rengan ne encama tesadufê ye û ne jî pirsgirêkek e ku divê were rakirin. Berevajî vê, ew ji nîşaneyên hîkmet, qudret û afirîneriya Ellah Teala ye.

Di Qur’ana Pîroz de, gel, ziman û cudabûna mirovan ne wekî pirsgirêk tên pêşkêşkirin. Berevajî vê, ew wek nîşaneyên afirîneriya Ellah Teala tên nasîn. Ji ber vê yekê, pêwîst e ku em vê mijarê ne li gorî şert û mercên demê, lê li gorî pîvanên ku Qur’ana Pîroz danîne binirxînin. Di van rûpelan de em ê hewl bidin ku bersiva hin pirsên bingehîn bibînin: Cudabûna gelan û zimanan di nîzama Rabbanî de çi cihî digire? Maf û berpirsiyariya mirov li hemberî zimanê xwe çi ye? Parastina ziman û nasnameyê çawa dikare bêyî zilmê, bêyî kîn û bêyî tunekirina mafên yên din were pêkanîn? Hem jî berpirsiyariya her nifşî li hemberî vî emanetê çi ye?
Hêviya me ew e ku ev rîsale xwendevan nêzîkî pîvanên Qur’ana Pîroz bike; ne tenê zanîna wî zêde bike, lê di heman demê de hesta berpirsiyariyê jî di dilê wî de zindî bike. Çimkî dema heq bi zanîn, exlaq û dadmendiyê were parastin, ew ji bo hemû mirovan dibê sedema aştî, biratî û aramiyê.

Em ji Ellah Teala hêvîdar in ku vê xebatê ji bo me û ji bo hemû xwendevanan bike sedem ji bo xêr û feydeyê, xeletiyên me bibexşîne û me hemûyan ji wan bendeyên xwe bigerîne; ew ên ku heqiyê nas dikin, bi heqiyê radiwestin û emanetên ku Wî dane wan bi dilsozî diparêzin…

Etîket: Kurdî, Mela Huseyn Êsî, nasname, sernivîs, Ziman

Gotara berê:

Gotarên Têkildar

TÎRÊJÊN RONAHIYA PIRTÛKA PÎROZ

Fîlmên Sînemayê

Derî jî westiyayî ne

Çend Pirtûkên Nû

Pirtûka “Rênimaya Zimannasiyê” ya Omitê Mistefê ji Weşanxaneya Hîvdayê Derket

Dilazad ART

DILAZAD A.R.T (Jiyan û Berhem) Li ser çand û hûner û weje û sînemayê dixebitê. Nivîs û helbest û lêkolînen nivîskar di kovar û malperên Kurdî û Tirki de hatine weşandin. Bi zimanê zikmakî re (Kurdî) zimanê Tirkî û hinekî Îngilîzî jî dizanê. Nivîs û lêkolîn û helbestên Dilazad A.R.T di kovarên Nûbihar, Çirûsk, Nûpelda, Pengav, Heftreng, Keskesor, Nûdem (Qamişlo), Folklora Kurdan, Çandname, Bernamegeh, Sînemaya Serbixwe, Temaşe, Zaningeh, Bûyer (Qamişlo), The Hall Kurdî, The Raising of Kurds, Utopya, Artos, Tigrîs, Ufuk Penceresi, Ortak Zemin, Dava, Gizli Azizler, Rengîn, Besni Ekspres, OkuYorum, YazıYorum, DüşünYorum, Kalemyâr, Ramazan 2022, Ramazan 2024 û TigrisSophia de hatine weşandin. Xebatên Dilazad A.R.T di malperên wek zaningeh.net, nucehaber.com, newroz.com, nubihar.com, thehallkurdi.com, theraisingofkurds.com, candname.com, niviskar.org, zehraportal.com, hurbakis.net, antoloji.com, edebiyatdefteri.com, de hatine (an têne) weşandin. Di bin siya Zanîngeh Akademi de xebatên dokumenterî, klîp û fîlman amade dike. Berpirsyarê Giştî ê Zanîngeh Akademî ye.

Hemû nivîskar →

Şîroveyekê bihêle