Naçim

Li pey te naçim

Ne ji ber ku tu giyan û pergal sivikî, ez jî ji ber hilgirtina bîranînên tijî xem û kul û derdeseriyên meh û salan, bîr û govde giran im.

Li pey te naçim

Ne ji ber ku tu hêzdar î, ez jî weke dara ku bi deh caran hatiye maltin û mîna şiqinê zirav ji bêhêziyê dilerizim, an weke kevirê ku li ber lêmiştê têra xwe li herdû rûyên geliyan ketiye, xiş û mest û lewaz im.

Li pey te naçim

Ne ji ber ku tu hêvîdar û bînfireh û rû geş î, ez jî mîna werzişvanê ku di hemû pêşbirkên berê û niha de têkçûye nema bi omîd û vîndar im.

Li pey te naçim

Ne ji ber ku rê dirêj û teng e, û ji bona rêwîtiyê tu pir hûrik û zîrek û çalak î, ez jî biqasî xwe sist û teral û gir im.

Li pey te naçim

Ne ji ber ku tu ji malbateke biçûk î ez jî ji êl û hoza te mezintir im, ne ji ber ku tu perîşan î, ez jî ji te dewlemendtir im, an ji ber ku te nexwendiye ez jî bi bayê Belgenameyan re difirim, an ji ber ku tu oldar î, ez jî gawir im.

Na ne ji ber van kelemên li jor hatine çandin li pey te naçim

Lê ji ber ku ne min xwendiye

û ne min bihîstiye

û ne min dîtiye

Ku rojekê ji rojan kesek li pey te çûye

û ew serkeftî vegeriye.

 

Majêd A Mihemed

 

About ziman

Edîtorê malperê - 2 (Nivîs sererastkirin û weşandinê dike)

Check Also

Ey Hevalo De Were

Ey Hevalo De Were Îşev dilê min li ba işqê  mest û serxweş e Roj, …

Bersivekê Binivîsêne

Epeyama we nayê weşandin. Required fields are marked *