Bi Çavekî Zanistî Gerdûn û Em

Dema zarokatî tê bîra me çi kelecanek dikeve dilê mirov. Xewn û xeyala her kesî ye ku dîsa li wan rojên berê yên weke bihuşta ser dinyayê vegere.

Çi ew roj dûrî mirov tên û weke tiştek efsûnî dikeve bîra mirov û êdî ne mimkun e em li wan rojan vegerin. Belê, em ji zarokatîya xwe dûr dikevin û ev wext li me gelekî dirêj tê. Lê dema mirov emrê xwe difikire ku bibe dora 80 salan ev jî hinekî zêde ye… Gelek bîr û bawerî, xweşî û nexweşî, xerîbî û gihêştin di emrê me de ne û bi qasî dinyayekê dirêj tê li me. Lê em hinekî din jî paşve biçin û bifikirin sedsal û dewr û dan derbas bûn ji kalikên me heta niha. Em paşvetir biçin û li emrê mirovahîyê binêrin ku bi qasî tê zanîn dora 195 hezar salan e, ev jî demek dirêj e. Êdî hizirkirina salan li me zehmet tê lê divê em hinekî din jî biçin û li mala mirovahîyê yanî li dinyayê binêrin ku emrê wê nêzî 4,5 milyar sal e. Va ye em nêzî destpêkê bûn; emrê gerdûnê jî tê texmînkirin ku dora 14 milyar salan e. Belê berîya 14 milyar salan dest pê kir her tişt û ji zarokatîya me dûrtir e ev dem… Vêca ka em binêrin em li ku dera van 14 milyar salan e û em ber bi ku ve diçin. Sebr bikin ev lê lê yê hêj lo lo maye…

Etîket: astronomî, dinya, em, Polylang KMR, zanist, zanistî

Gotara berê:

Gotara piştî:

Gotarên Têkildar

Xalên Pedagojîk ên Girîng

Google çi ye?

Hemû eşq şîrin dest pê dikin

Facebook: Belaya Herî Xweşik

Zarokên We Divê Çi Bixwin/Vexwin

Çand Name

Edîtorê malperê – 1 (Nivîsa bar dike, sererast dike û diweşîne)

Hemû nivîskar →

Şîrove (2)

  1. bijî Xalidê ezîz, te her tişt pir xweş şirove kirîye û min jê sûd wergirt. spas birayê min. bidomîne 😉

  2. xebata te xweş dilê me pê geş…li ser înstagramê serekê mi jî bidin û ji kerema xwe mi bişopînin jî
    @gerdun.cosmos

Şîroveyekê bihêle