3 Pirs 3 Bersiv – Mehmet Aydin (Em biharê çi bixwun?)

Diyetîsyenê Kurd Mehmet Aydin ji bo xwerinên biharê hinek agahî pêşniyaze gel kirin. Keremkin em bixwînin.

1. Bihar têye an jî hat hîn me tam fehm nekir 🙂 Em ji bo xwarinê baldar bin?

Bi hatina biharê şînahî, fêkî û zerzewat bêhtir çê dibin. Ji ber kêmbûn a ferq a di navbera şev û rojê hay ji xwarin vexwarina dereng hebin. Xwarina dereng ya berî razanê talûkeyek mezin e. Lewra dibê sedema nexweşiya Reflû, Ulser werimandina zik û xaz ê.

2. Biharê ji bo bedenê mirov kijan xwarin baş in?

Xwarinên ku em dixwin li gor aborî, çand, erdnigar, demsal, jiyan û zewqên me tên pêjirandin û guhertin. Ji ber wê pejirandinên me ên xwarinê ên di Demsala Biharê divê xwirekên ku di wê demsalê de çê dibin werin pejirandin.

Anha em di meha Awrêlê de ne û xwirekên ku di vê mehê de çê dibin ev in;

Di meha Avrêlê de;
FÊKÎ: Tûfiringî, Behîvterk, Încas, Lîmon

ZERZEWAT: Artîşok(enginar), Şoqil, Baqil, Pîvazterk, Sîr, Pirpar, Çavmark(kuşkonmaz), Gêzer, Şêlim, Silk, kereng, gûllik, spîdak, strîbeloq …

ŞÎNAHÎ: Marûl, Hêliz, Kûzele(roka), Filfil, Pûng, Bexdenûs, Tûzik

3. Çima diyeta kurdî ? Ferqa diyeta kurdî ji tirkî çi ye?

Helbet ji ber ku ez Kurd im min xwest ku bi zimanê xwe karê xwe bikim.
Ferqa diyeta Kurdî û Tirkî ne tenê ziman e. Ferqa çand, jiyan û xwarinên me zêdetir in.

Hevpeyvîn: Çandname û Diyetîsyen Mehmet Aydin

Etîket: 3 pirs û 3 bersiv, Diyatîsyen, Hevpeyvîn, Jiyan, Polylang KMR, Wêje, Xwarin

Gotara berê:

Gotara piştî:

Gotarên Têkildar

Xalên Pedagojîk ên Girîng

Google çi ye?

Hemû eşq şîrin dest pê dikin

Facebook: Belaya Herî Xweşik

Zarokên We Divê Çi Bixwin/Vexwin

Çand Name

Edîtorê malperê – 1 (Nivîsa bar dike, sererast dike û diweşîne)

Hemû nivîskar →

Şîroveyekê bihêle