Zimanê Me Hebûna Me Ye – Vejîna Kurd

Lê îro, sedmixabin, em dibînin ku hin nivîskar û rewşenbîrên Kurd hene ku berê xwe didin zimanê dagîrkeran û berhemên xwe bi zimanê wan diweşînin, tiştekî ji aw û şêweyên nivîsanda bi zimanê Kurdî pêş naxin û di rewşenbîriya Kurdî de jî naxebitin, nêrîn û nirxên biyaniyan di mejî û bîra mirovan de diçînin.

 

زعفت حنان

Vejîna Kurd

Ziman beşek ji mirov e, ew jiyan bi xwe ye… Miletê ku li zimanê xwe xwedî derkeve, ew milet encama pêşveçûn û serkeftinê werdigre û şaristaniya dewlemend ava dike, li aliyê din jî miletê ku guh nede girîngia zimanê xwe, bêguman ew tarûmar dibe û di nav civakên mezin de dihele

Apê me yê nemir Osman Sebrî dibêje:

Bijîn kesên ji bo zimên dikin xebatê

Ewin berê gel diguhêzin riya felat

Ev jî tê wateya ku, bi zimên dîrok, çand, wêje, zargotin û hebûna miletan tên parastin û pêşxistin. Eger em dîroka Kurdî bişpînin em ê bibînin ku xem û pirsgirêkên civak û gelê me gelek in û rewşên pir taybet di ser kurdan re derbas bûn, zimanê wan qedexe bû û derfeta hînkirin, çapkirin û belavkirinê jî tune bû, lê tevlî wê jî, pir helbestvan, nivîskar û rewşenbîrên welatparêz, li ziman û kurdayetiya xwe xwedî derketin,bi rikî, wêrekî û pêşdîtineke hişmendî, bi zimanê xwe yê zikmakî nivîsand, û gulistana toreya Kurdî bi helbest, roman, destan, serpêhatî û çîrokan xemilandin û kultûreke dewlemend ji nifşên pey xwe re hîştin…

îro jî navên wan gorbuhiştan di asîmanê wêjeya Kurdî de vedibrûsin mîna: Celadet Bedirxan, Ehmedê Xanî, Rewşen Bedirxan, Cegerxwîn, Osman Sebrî, Melayê Cezîrî…… û gelekên din, û bêguman ew kar û xebata wan cihê rêzgirtineke mezin in. Lê îro, sedmixabin, em dibînin ku hin nivîskar û rewşenbîrên Kurd hene ku berê xwe didin zimanê dagîrkeran û berhemên xwe bi zimanê wan diweşînin, tiştekî ji aw û şêweyên nivîsanda bi zimanê Kurdî pêş naxin û di rewşenbîriya Kurdî de jî naxebitin, nêrîn û nirxên biyaniyan di mejî û bîra mirovan de diçînin, ango em dikarin bêjin ku ew û berhemên wan dikevin xizmeta zimanê dagîrkeran de.

Û di heman demê de gava xwendevanek berhemên wan nivîskaran dixwîne, pirsa yekem ku di mejiyê wî de digere ew e: Çima nivîskar bi erk û ustubariyên xwe ranabe û ramanên xwe, wek tê xwestin, bi zimanê gelê xwe yê zelal û xweşik narjîne ser kaxezê?!!

Ma qey baweriya wî bi zimanê xwe yê kevnar, dewlemend û pir zarav tune ye?!! Hêvî û daxwaza me ji wan nivîskarên hêja ew e ku coşa hezkirina zimanê Kurdî neçelmisînin, fêrkirin, parastin û pêşxistina zimanê Kurdî li giyanê xwe bar bikin… xama pênûsên xwe ji kaniya zimanê xwe yê resen werbigrin û dara wêjeya Kurdî bi berhemên xwe av bidin. Û wek mamostê me yê nemir Kemal Henan gotiye : ” Ustubariya herî girîng û pêwîst ew e ku zimanê me bête parastin û nûjenkirin “.

 

Çavkanî: buyerpress.com

Derbar Çand Name

Check Also

Wêjeya Kurdî li Yekîtîya Sovyêt [1]

Pêşgotin Ev gotar nirxandineke wêjeya kurdên Yekîtîya Sovyêt e, ku ji çap kirina rojnama “Rîya …

Leave a Reply