Zimanê Kurdî, Kaniya Kurdayetiyê ye

Bi weşana çend kitêbên kurdî, bi hebûna çend weşanxaneyan, bi saya serê sed-dused nivîskar û dilsozên Zimanê Kurdî û bi rêya medya sosyal, Zimanê Kurdî ji mirinê xilas nabe.

Hemû dem û dezgayên kurdan, partiyên siyasî yên kurdan, şaredariyên kurdan, kom û komeleyên me, divê dest bi seferberiya ziman û çanda kurdî bikin. Zimanê kurdî, divê ji vê rewşa xwe ya ‘polîtîzebûyî’ di zûtirîn demê de xilas bibe û bibe perçeyekî jiyana rojane ya jiyana kurdan.

Gunehekî mezin e ku em hemû sûcê vê rewşa neyînî dixine stûyê nivîskar û rewşenbîrên kurdan. Divê gotineke kurdan ji bo siyaset, partî, dem û dezgeyên kurdan re jî hebe û divê kurd, doza zimanê xwe li wan bikin.

Heke rewş wiha berdewam bike, dê ne kurdî bimîne û nejî rihê kurdayetiyê. Çimku kaniya kurdayetiyê, kurdî bi xwe ye.

Alî Gurdilî

Derbar Çand Name

Check Also

Gelo Kurd Bi Alfabeya Latinî Dibin Ateîst ?

Du-sê roj berê camêrek bi navê M.Y. (hem jî profesor e) li rûpela xwe ya …

Leave a Reply