ZERDEÇAL Û ZENCEFÎL DERMANÊ SALXURAN IN

Xwişk û Birayên Hêja!
Kal û Pîrên Dilovan!
Guh bidin vê nivîsa min ku li ser dermanê kal û pîran e.
Ev derman ne tenê yê kal û pîran e, herweha ev derman ji bo her kesî bi mefa yeye.
Lê ji ber ku kal û pîrên me, kozika Çanda Kurdî ne, ev derman zêdetir bo wan bi sûd û mefa ye.
Ege em wek milet karibin salek jî zêdetir kal û pîrên xwe li jiyanê bigirin, xizmeteke pir mez e ji bo çanda me.
Meriv bivê nevê, Êş û kul û nexweşî li mirov peyda dibin.
Eger kal û pîrên me, her sibe li xurînî çayeke van dermanan vexwun, di nava mehekê de wê bibin mîna zêrê qal:
. Nîv kevçiyê çayê Zencefîla ton têxin şûşeyekê.
. Nîv kevçiyê çayê Zerdeçala toz, têxin şûşeyekê.
. Du-sê libik qerenfîl, têxin nava şûşeyê û ava kelandî bera serê bidin.
. Pariye leymûn biguvêşin serê û qaçilê ku maye jî têxin navê.
. 8-10 deqe şûnde, wê çayê li xurînî vexwun.
. Mehem, du meh, sê meh li vexwarinê berdewam bin.
1). Hin bi hin êşa piştê, ya movik û çokan sist dibe.
2). Xwîna we dê paqij bibe.
3). Mîde û roviyên we dê saxlem kar bikin.
4). Dawî li êşa gurçikan tê.
5). Ruhniya çavên we dê zêdetir bibe.
Û gelek êş û gelşên di laşê meriv de bi dawî dibin.
Hûn ji xerckirina pere li bo bizişk û dermanan jî rizgar dibin.
Xwedayê mezin sax, selametî û aramî bide we salxurên dilovan, xasma jî Pîrê Xerzanê ku hewqas xwe di ber Çanda Kurdî de westandiye.
Her şad û bextewer û berxwedar bin.
Hûn salxurên me di binê sîwana Xwedayê mezin de paristî bin.

Zeynelabidin Zinar

Derbar ziman

Check Also

Zorbazîya Perwerde û Ser Serbestîyê

Azad bun pêşîyê mejîyê mîrov da dest pêdike. Mejîyê mîrov de azadbun ku tineye guherandina …

Leave a Reply