Xwendevan dikarin li kîjan zanîngehan beşa Ziman û Edebiyata Kurdî bixwînin?

Xwendevan dikarin li kîjan zanîngehan beşa Ziman û Edebiyata Kurdî bixwînin:

(Kurmancî/Zazakî)

Lîsans:
Mêrdîn*, Mûş, Çewlik, Dêrsim**

Lîsansa Bilind: Mêrdîn*, Mûş, Wan, Çewlik, Amed.

Doktora: Mêrdîn*, Amed, Çewlik.

*Di qada xwe de ya herî baş.
**Tenê bi Zazakî.

Tenê di van zanîngehan de ev beş hatine vekirin. Xwendevanên ji van beşan mezûn dibin di zanîngehan de, di dibistanan de, di weşanxane û saziyên medya û çapemeniyê de dikarin ji xwe re karek peyda bikin. Îsal MEBê heya 69 puanan jî ji vê beşê mamosteyan girtin.

Xwendevanên jîr û jêhatî heke li berê zimanek du zimanê biyanî jî fêr bibin hê rehettir dikarin karek bidest bixin. Sibê heke daxwaz hebe û hinek xêrxwaz dest bavênê li çend zanîngehên dinê jî ev beş dikare bê vekirinê.

Li Êlihê, Wanê, Colemêrgê, Şirnexê, Agiriyê, Rihayê û li zanîngeheke Stenbolê divê di asta lîsansê de ev beş bêne vekirin. Û pê re jî master û doktora. Ji bo daxwaz hebe divê dewlet ji vê beşê her sal herî kêm 50 mamosteyan wezîfedar bike.

Wê demê wê hewcehî bi çend zanîngehên dinê jî çêbibe. Divê karê me yê sereke û hedefa me, bi tevahiya zarokên kurdan hilbijartina dersa Kurdî be. Hilbijartina vê dersê bi xwe re her tiştî tîne. Ev ji bo perwerdehiya bi zimanê Kurdî gavên ewilîn in. Rojeva me divê her û her ev be.

Xwendevanên ku bal û mereqa wan li ser folklora Kurdî ne, herin Mêrdînê. Kadroya wan baştir e di vê beşê de. Yên li ser edebiyata Kurdî ya nûjen dixebitin berê xwe bidin Mêrdînê û Mûşê. Li Mêrdînê jî li Mûşê jî di vê qadê de mamosteyên pir hêja hene. Yên li ser edebiyata Kurdî ya klasîk dixebitin dikarin berê xwe bidin zanîngeha Mêrdînê, Çewlikê û Mûşê. Yanê di ev hersê zanîngehan de jî ji bo beşa edebiyata Kurdî ya klasîk mamosteyên hêja hene. Ji bo master û doktorayê zanîngehên ku beşên lîsansê lê vekirîne bibijêrin.

Hevalên ku wê li ser folklora Kurdî bixebitin dikarin ji min pêşniyarên mijara tezê bigirin. Lê ji bo qadên dinê jî em dikarin bibin alîkar. Di derbarê beşê de ji bo her pirsên we em li vir in. Ji destê me kê çi hatî em dê texsîr nekin ji bo we.

Ayetullah Badikî

Ji rûpela twîtira nivîskar hat standin

Derbar Çand Name

Check Also

Devoka Reşiyan

Kurdên xwecihî li Anatoliya Navîn (navenda Tirkiyê) Reben Celîkan NASANDINA DEVOKÊ YAN DEVERÊ BI KURTÎ …

Leave a Reply