Merdan xortek ber bi çav xweneda û zîrek bûye. Ji Rohilat sirgunê wê derê bûye, rojek diçe kahwê rûdinê. Xortek bi paye ( rutbe) ji der de tê hundur. Bala wî kesî Merdan dikişîne, lewre rûniştin û sekana wî balê dikişıne. Camêr tê li bal Merdan rûdinê û jê dipirse « Xortê hêja tu kî yî û ji kuderê hatiyî ?». Merdan hinek dikeve fikaran gelo ev camêrî kî ye ? Dibêje « Ez ji deverek hatime ji xwe re li kar û xebatan digerim. » Lê belê nav û cîê xwe yê ku jê hati bû jê re nabêje. Camêr ji Merdan re dibêje « Ez lawê fermandarek mezin im û bi xwe jî di Leşkeriyê de kar dikim ». Li te dinihêrim ku cewherên zane bûn û zîrektiyê di te de hene. Tu bixwazî ku bi min re kar bikî, mehane muçeyê (meaş) te didim te. Cihê razan û avahî jî didim te, lê tu ku de çûyî û hatî derbarên karê xwe de divê agahdarî bidî min ». Merdan di fikire û dibêje « Baş e lê em demek hev du nas bikin û du re biryara xwe bidim. »
Demek di ser re de derbas dibe rojek Camêr tê wê derê hev du dibînin. Ji Merdan dipirse « We biryara xwe daye gelo an na ? ». Merdan dibêje « Karên ku hûn dikin çi ye? Camêr dibêje « Em di nava karên dewletê de ne tişt dikirin û difroşin, lê zêde nepirse . Roja ku tevî min kar nekir û berda, me hev nasnekiriye». Merdan dibêje « Baş e em ê bi hev re kar bikin heya ku me hevdu nas kir ». Camêr Merdan dibe avahiya ku tê de bimîne nîşan dide û hemû pêdiviyên wî bi cî dike. Dest bi kar û xebatan dikin dema cil û bergê li Merdan bala her kesî dikişîne ser xwe. Xortek ezeb e nezewicandiye, camêr bi keçek serferman dar re dest girtiye, lê belê dilê keçikê li ser wî nîne. Bi zora malbatên wan her çiqas gotibe jî lê li camêr dilgerm nîne. Lê belê çavê keçikê li der ve ye ku rêyek bibîne wê bi camêr re nezewice.
Merdan rojek li mala ku tê de ye derdikeve derve, wê keça destgirtiya camêr çav bi Merdan dikeve, bi dilek nabî heft dilan dihebîne. Vê keçikê gulek sor di şibaka pencerê re davêje xwarê ev gul li ber lingê Merdan dikeve. Merdan dema ku vedigere û dinihêre keçekê serê wî ji der ve ye. Merdan jê dipirse « Vê gula han we avît gelo? » Keçik dibêje « Belê min avît û dema ku min we dît xwest ku gulek bavêjim we ». Merdan dizivire bal wî jê dipirse « Xanima delal ez we nasnakim, hûn kî ne, zewicîne, an na ji min re bibêjin ?». Keçik dibêje « Nexêr ez ezebim nezewicî me lê ku em hev du nas bikin, em ê biryara xwe bidin ». Ev keçik dest girtiya wî camêrê fermandar ê ku hevalê wî ye . Lê belê keçikê jê re nabêje ku ez destgirtîme û bi kî re dizewicim. Merdan Piştê karên xwe diçe diçe bal keçikê.
Camêr dide nade keçik derfet bide ku camêr here bal wî hev du bibînin. Merdan tê bal camêr ji hev du dipirsin karê rojane hatine kirin ji hev re dibêjin. Merdan Dibêje « Bira min îro keçek bedew, şox û şeng dît û ez çûme mala wê avahiyek mezin bi dehan ode ne ». Camêr dipirse « Ew keçika ku te dît li kîjan avahî û yeka çewan bû ». Merdan jê re cî û warê keçikê tîne ziman. Dema ku cî û avahiya Keçikê dibêje , Camêr dizane Destgirtiya wiye. Camêr dibêje « Merdan dewam ke here wir û were heya demek şun de emê ji te re bixwazin ».Armanca camêr ew bûye ku Merdan û keçikê li bal hev bigre û malbata keçikê pê agahdar bike. Ha û gumanê Merdan jê nîne ku destgirtiya hevalê wî ye, û keçikê jî jê re negotiye. Keçik di avahîka mezin de bûye gelek maldar û hal xweş bûne, lê dixwaze ku ji camêr biqete û bi Merdan re bizewice. Camêr dibîne ku Merdan diçe bal keçikê, ew jî li peyê diçe ku wan li bal hev du bibîne. Merdan dikeve hundur li bal hev du rûdinên, camêr li derî dixe û bang dike « Derî vekin ez hatim ». Dema ku dengê wî tê keçik Merdan dixe hundurê sanduqa xwe û derî kilît dike
Camêr dikeve hundur li malê digere tu tiştek nabîne û dertê diçe. Keçik Merdan derdixe. Merdan dipirse « Ev kî bûn ji çi hatibûn » Lê Keçikê jê re nabêje, ku destgirtiyê min bû. Merdan diçe bal camêr hevalê wî yê camêr jê dipirse « Tu li ku bû çi heye, te îro çi dîtiye ji min re bibêje ». Merdan « Bira ez îro çûbûm mala wê keçikê lê hinek kes hatin ku bikevin hundurê malê, keçikê min xiste hundurê sanduqa xwe, ji Xwedê de min nedî û çûn ». Camêr di bê başe here mala keçikê were heya ku hûn hev du nas dikin ». Lê belê ji camêr re hîn derfet çê bûn ku ji malbata xwe û ya keçikê re bide îsbat kirin. Bi vê awayê ji yana wan berde wam dike. Lê camêr ji malbata xwe re vê bûyera Merdan û destgirtiya xwe dibêje. Malbata wî jê re dibêjin bila berdewam bikin, em ê rojek li hev du bicivin, Merdanê li ber malbata Keçikê van bûyeran bibêje. Merdan carek din dema ku diçe mala keçikê , camêr dîsa diçe li derî dide, keçik dibêje « Ez cilê xwe li xwe dikim û du re derî vedikim ». Merdan peyayê xwarê baxçe dike. Bendê bîra avê li nava wî girê dide û bi birê ve berjêr dike, bi qasî ku nekeve avê kevirê bîrê dide ser.
Derî vedike dibêje « Tu çima carê carek tê mala min û li çi digerî » Camêr dibêje « Em li kesek din digerin lê ji me re gotin ku ketiye vê avahiyê we ». Keçik Merdan derdixe derve û diçe. Camêr tê bal Merdan jê dipirse gelo tu îro jî çi bû mala Keçikê ». Merdan dibêje « Belê ez çibûm lê hîn bê bav carek din hatibûn mala wê, baş bû keçikê min bi bendê bîra avê de dar ve kiri bû ». Camêr ji Merdan re dibêje « Ji te dilxwazî kî min heye, ez ê hîn kesan zilam û pîrekan bînim em ê wek civînek çê bikin, lê tu yê serpê hatiya xwe û wê keçikê ji wan re bibêji . Bila ew guhdaryia te bikin, ji bona ku vê keçikê ji te re bixwazin ». Merdan dibêje « Baş e cihê civîna xwe ji min re bêjin ez amade me ». Lê camêr ji Merdan re nabêje ew kesên ku em li hev dicivin, malbata min û ya keçikê ne. Camêr dixwaze û Merdan li ber malbatên wan mesela xwe û keçikê bîne ziman. Lewre ku malbata keçikê bizanîbin çavê keçikê li dere’.
Camêr ji malbata keçikê re dibêje « Hûn sibê li mala keça xwe bin, ez û malbata min jî em ê amade bin. » Lê belê ji bona ku keçik li bal wan nebe, Merdan ji wan re mesela xwe bîne ziman. Malbat li hev du kom dibin, lê belê Ji keça xwe re dibêjin tu di odeyek de bisekine em malbat hîn mesele di nav hev d niqaş dikin, û em ê du re ji te re bibêjin. Her du malbat cihên xwe digrin bavê keçikê serbazek payebilind e, biryar daye ku gotinên Merdan di derbarê keça wî de rast be ew ê hîn tişt bifikire û biryaran bide ? Lê na ku tişta camêr dibêje di derbarê keça wî de derew û bobextan (îftira) Dîsa biryara xwe bide. Lê Keçik dema ku Merdan li bal wê bû û camêr dihat hundur dizanîbû ku camêr wî dîtiye. Lê nizanî bû ku camêr ji wî re derbarê wê de meselê gotiye. Keçik di odeyek de ye nikare were hundur ji Merdan re bibêje qala me neke. Keçik li aliyê odeyek de ye, şibakek ( pencere) piçûk di wê odeyê de ye, û xwe daye ber ka çi were gotin.
Merdan silavek dide malbatan û rûdinê, li benda wan e ka çi jê bipirsin. Bavê keçikê jê dipirse « Xortê hêja em heval û xismên camêrin dilê te li ser keçek heye; û car caran çû yî mala wê, gelo rast e ka ji me re bibêje ». Merdan dizane ku ev avahî cî yê ku keçik lê bûye, lê nizane ku bi qoplokîre rû bi rû ye. Merdan dibêje « Rast e di vê avahiyê de ez û keçikek dihatin bal hev, lê mirovek li derî da keçikê min xiste sandoqa xwe û min nedît. Bavê keçikê dibêje « Te vê mesela keçikê ji camêr re anî bû ziman » « Belê, min jê re dogot lewre hevalê min e ». « Baş e, tu carek din dîsa çûbûyî vê carê çewan kesî te nedîti bûn. »
Keçikê dît ku Merdanê ji wan re her tiştî bibêje, pisîkek wê hebû timî li bal wê bû, vê pisîkê dema Merdan diçû mala wê didît. Merdan dest bi mijara xwe ya dawî hêj nekiriye , keçik pisîka xwe di wê sibakê re davêje aliyê malbata xwe. Merdan dema ku çav bi pisîkê dikeve, dizane ku Keçik li aliyê mayîne. Û ev civîn jî ji bona wan çêkirine. Merdan dest pê dike « Ez çibûm mala keçikê, dîsa li derî xistin, keçikê min bi bendê bîra avê ve bi dar ve kir. Lê di wî tirsa ku ez ê bikevim bîrê tê de bimînim, bi wê qêrîn û hewara min de, min çavên xwe vekir ku xewne min dîtiye.
Dema Merdan vê gotinê dibêje van Camêran matmayî diminin ? Bavê keçikê dipirse « Xortê hêja tu li hişê xwe yî gelo, van bûyerên te û wê keçikê ne rast e, te xewn dîtiye ». Merdan dibê « Belê xalê min vê bûyera ku hatiye serê min xewn e, min jî ji we re mesela xwe digot heya ku dawiya wî biqede û bibêjim xewn e ». Bavê Keçikê dibêje « Gazî keça min bikin bila were vir ?»
Keçik tê bal wan bavê wê dipirse « Keça min, em ji bona te li vir li hev kom bûn. Lê belê tiştê ku vî xortê ji me re aniye ziman û me guhdariya wî kir. Ji me re dibêje van bûyerên ku hatîne serê min xewn e. Dixwazim jê bipirsim, tu vî xortî nas dikî an jî tişta ku destgirtiyê ji me re gotin rastin ». Keçik « Bavo nizanîm vî xortî we çima aniye vê avahiyê û we ji wî çi pirsî ». Keça min hate gotin ku ev camêr hatiye mala te, ji me re wisan gotin. Lê ev camêr ji me re dibêje tişta ku gotiye û aniye ziman min xewn ditiye. »
Malbatatên keçikê û camêr matmayî dimînin, lewre hatibûn ku keça wan bi vî xortê re hevaltî kiribe, lê belê rewş hate guherandin. Bavê keçikê li ser vê rewşê dibêje « Ez keça xwe nadim camêr ». Malbata camêr radibin ji mal derdikevin û berê xwe bi dilek şikestî didin mala xwe. Fermandarê bavê keçikê ji keça xwe re dibêje « Keça min dilê te li ser kîjan xortî heye ji min re bibêje, Em te bidin wî ». Dilê keçikê li ser Merdan e û dibêje « Bavo hûn dizanin ku destgirtiyê min ji bona ku bibêje keça te çav li dere, we anî bû malê. Ji vî xortî dixwestin ku bibêje ‘Ez diçûme mala vê keçikê, lê we bi çavê xwe dît. Ji berwê dixwazim destûra we hebe min bidin vî xortê hanê navê wî Merdan e ». Liser wê yekê bavê wê gazî mele, û qaziyan dike keça xwe û Merdan dizewicîne. Ew bi mirazê xwe şah dibin.
Keçikê ji Merdan pirsî « Te çewan vî aqilê xwe xebitand, çewa ev seneryo hate bîra te ». Merdan « Rast e min nizanî bû ku malbata te ne an jî ya wî ne, min ji dilê xwe mesela xwe û te dianî ziman û gotiba. Lê dema ku pisîk kete hundur, min dizanîbû ku mesele li ser te ye , û van dixwazin bi min û te bihesin. Lê min vê senaryo yê bi, vê awayê da çêkirin û wana da bawerkirin ». Keçik dibê sed cara ji te re aferîn ji vê zane bûn û fikra te re, ». Bi vê awayê ev mijar û serpêhatiya wan bi dawî dibe.
Feyzî Mîrhesen