Daxuyaniya Komeleya Nûbiharê: 21ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî ya Cihanê

Komeleya Nûbiharê bi minesebeta 21ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî ya Cihanê daxuyanî da. Metnê daxuyaniyê li jêr e:

Neteweyên Yekbûyî (Komîteya UNESCOyê) di sala 1999an de biryarek girt ku 21ê sibatê bibe Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê. Ev hejdeh sal in ku ev roj tê pîrozkirin.

Zimanê zikmakî dewlemendiyeke sirûştî ye ku Xweda daye mirovan xwedîlêderketin û parastina wî jî erkeke pîroz e.

Qur’ana  pîroz  dibêje ku: “Cudahiya ziman û rengên we ji ayetên Xweda ne.”

Zîmanê zikmakî mafekî huqûqî û însanî ye ku bi destê qudreta îlahî ji mirovahiyê re hatiye diyarkirin.

 

Ya gîrîng jî ew e ku mafê ziman ne bi xwestina mirovan ve girêdeyî ye ji îradeya Xweda ye.

Ew kesên ku li dijî bikaranîna zimanê zikmakî astengiyan derdixin, ger bi zanayî yan jî bin nezanî li hember fermana îlahî derdîkevin.

 

Li gor agahiyên UNESCOyê li ser rûyê cîhanê gelek ziman ji holê rabûne û niha jî gelek ziman di talûkeya helandinê de ne li Tirkiyeyê jî sê zîman ji holê rabûn e û pazdeh ziman li ber hûndabûnê ne. Yek ji wan zîmanan jî zaravayekî kurdî zazakî ango dimilî ye. Zaravayê kurmancî jî di bin zext û zorê de ye.

 

Ew desthilatên ku ji bo bîkaranîna zimanê zikmakî li her qadên jiyanê astêngiyan derdixin. Dibin sedema kuştin, pevçûn û pirsgirêkên di nav gelan de. Ji ber vê yekê jî ji bo  aşîtiyeke mayînde ku di nava gelan de pêk were gere  mafên çand û zimên  neyên înkarkirin.

Tevgerên ku  ku li ser zimanê zikmakî tên meşandin hêz û qeweta gelên vî welatî dikuje û çareserkirina vê pirsgirêkê zortir dike.

 

Di vê çarçoveyê de divê em vê baş bizanibin ku domdariya zimanekî ancex bi bikaranîna wî ya li her hêla jiyanê û bi perwerdeya bi wî zimanî gengaz e.  Ji ber vê yekê jî  divê di serî de em ji xwe de dest pê bikin û malên xwe bikin mîna dibistanekî, ku ev ziman bikaribe di nava mejiyên nîşfên nû de  rehên xwe biavêje.

Divê Kurd jî mîna her neteweyekî ne tenê ji bo ku bi derseke bijarte zimanê xwe hîn bibin ji bo ku ji PÊŞDIBISTANÊ  HEYA ZANÎNGEHÊ zimanê wan bibe zimanê perwerdeyê tevbigerin. Divê ev mafê sirûştî, di zagona bingehîn  de were pejirandin û pesendkirin.

Digel van hestên xwe, em wek Komeleya Nûbiharê Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê li gelê xwe û li hemû gelên cîhanê pîroz dikin.

 

bihar Komele

Çavkanî: www.komanubihar.org

Derbar ziman

Check Also

JIYAN Û MIROV

Di jiyana mirovahî de derman nîne ji xwastek û hêstên di dilê mirovan de, bi …

Leave a Reply