Vê hefteyê 7 fîlm ew ê têkevin vizyona sînemeyên Tirkiyeyê.
Derhêneriya fîlma “Avengers: Endgame”yê Anthony Russo û Joe Russo dikin û di fîlmê da Robert Downey, Scarlett Johansson, Chris Evans, Chris Hemsworth, Mark Ruffalo, Brie Larson, Jeremy Renner, Josh Brolin, Karen Gillan, Elizabeth Olsen û Katherine Langford dilîzin.
– “Vegera Malê”
Derhêneriya fîlma “Vegera Malê” Peter Hedgesê ku bi fîlma xwe ya “About A Baby” va bibû namzedê Oscarê dike û di fîlmê da Julia Roberts û Lucas Hedgesê kiribûn namzedê Oscarê dilîzin.
Promiyera dinyayê ya fîlmê li Festiavala Fîlman a Torontoyê hatibû kirin.
– “Bûyî Bela Serê Min”
Derhêneriya fîlma “Bûyî Bela Serê Min” Pierre Salvadori dike û senaryoya fîlmê bi destê Benjamin Charbit, Benoit Graffin û Pierre Salvadori hatiye nivîsandin.
Di fîlmê da Adele Haenel, Pio Marmai, Audrey Tautou û Damien Bonnard dilîzin. Di fîlmê da mêrê jinikê dimre û paşê jinik bi nasneyeke cuda ya mêrê xwe ra rû bi rû dimîne.
– “Hasbihal”
Derhêneriya fîlma “Hasbihal”ê Kemal Yilmaz û Elife Ozker dikin, di fîlmê da Ayhan Ruzgar, Mehtap Bayrî, Selahattîn Taşdogen, Betul Çîçeklî, Belma Mamatî, Koray Ergun û Arzu Yanardag dilîzin.
Fîlm di cureya komediyê da hatiye kişandin.
– “Nebula”
Derhêneriya fîlma “Nebula”yê Tarik Aktaş dike û fîl qala merivekî derketiye keşfa tebîetê dikin.
Di fîlmê da Serkan Aydin, Bariş Bîlgî, Omer Bora, Alî Yavuz Iliman û Dîlara Topuklular dilîzin.
– “SIFIR: Bêtesîr”
Derhêneriya fîlma “SIFIR: Bêtesîr”ê Onur Aldogan dike. Di fîlmê da qala merivekî di heyama dibistana sereteyî da travma derbas kiriye dikin, mêrik hewl dide ku pskolojiya xirab xilas bibe.
– “Corgi”
Derhêneriya “Corgi”ya fîlma anîmasyon Vîncent Kesteloot û Ben Stassen dikin. Di fîlmê da kuçikê Elezîabethha qarlîçe winda dibe û qala tiştên serê kuçik dikin.
Çavkanî: trtnuce