Navê Alan Kurdî li keştiyeke almanî kirin

Navê zarokê Kurd, Alan Kurdî li keştiyeka Almanî hate kirin.

Bi merasîmeke fermî li grava Mallorca ya Spanî navê keştiyeke Almanî bû Alan Kurdî.
Ew keştî taybete bi rizgarkirina koçberan ji nav deryayê.

Rêxistina bi navê Çavê Deryayê ya Almanî wî karî birêve dibe.

Rêxistina Çavê Deryayê, rêxistineke Elmanî ye û heta niha 14 hezar kes ji nav deryayê rizgar kirine, ji aliyê jin û zilamekî ve hatiye avakirin.

Wê di merasîmê de, bav û meta Alan Kurdî jî beşdar bûn.

Bavê Alan, Ebdula Kurdî ragihand, ew kêfxweşin ku navê kurê wî li keştiya Almanî tê kirin û got, divê ti carî dîmenên cenazeyê Alan li peravê neyê ji bîr kirin.

Di meha 9 sala 2015, Alan Kurdî ligel dayîk û biryarekî xwe di dema ku xwestin biçin Ewropayê xeniqî û cenazeyê wî li peravên Bodromê hate dîtin.

Derbar Çand Name

Check Also

Rola înternetê di warê ziman de

Bi hinceta çalakiyên 10 saliya diyarnameyê li Îzmîrê bi piştgiriya malpera diyarname.com û Weşanxaneya Nayê panel û kokteyla "Rola Înternetê Di Warê Ziman De" bi revebiriya Berfo Barî û Bi axaftina Cîhan Roj û Dawûd Rêbiwar wê bê li dar xistin.

Leave a Reply